Li Kurdistanê sewqiyata leşkerî

Di çarçoveya polîtîkayên şer ên AKP/Qesrê ya ku li dijî gelê Kurd destpê kir, sewqiyata leşkerî ya ku li Kurdistanê destpê kirî dewam dike.

Sewqiyata leşkeri ya ku ji tank û wesayîtên zirxî pêk tên ku ji Enqereyê şandin navçeya Silopiya ya Şirnexê dewam dike.

Hat ragihandin ku tank û wesayîtên zirxî yên ku aîdî 28. Fermandariya Tûgaya Piyade ya Mekanîzme ya Enqereyê, ji Çankirê wesayîtên bi taker û mekîneyên kar bi rêya beşahî şandin navçeya Silopiyayê ya Şirnexê.

Hat diyarkirin ku sewqiyata ku hate kirin wê bişînin cihê ku artêşa Tirk li hember  gerîlayan windahiyên mezin dan bi cih bikin.

Di çarçoveya sewqiyata leşkerî ya ku bi rêya beşahî hate kirin tê dîtin ku di bin navê Rewşa Awarte de wê dagirkeriya li ser bajarên Kurdan mezintir bike.