Leşkerên Tirk ji Zaxoyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn

Hate diyarkirin ku leşkerên Tirk îşev bi deh otobusan ji Zaxoyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûne.

Li gor çavkaniyên herêmî îşev leşkerên artêşa Tirk bi 10 otobusan ji Zaxoyê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Nehat fêmkirin ku bê leşkerên derbasî Başûrê Kurdistanê bûne çûne kû derê.

Li Başûrê Kurdistanê mîna Bamernê, Şeladizê, Deralûk, Amediye, Kanîmasî, Başîka li gelek deveran baregehên leşkerên dewleta Tirk hene.

Tê taxmînkirin ku dewleta Tirk deh hezaran leşker û çekên giran li Silopiyayê kom dike û li dijî PKK’ê amadekariyên operasyona derveyî dike, leşker jî li ser vî esasî di Zaxo re derbas kirine.