Yildirim: Me serî netewand, em ê serî netewînin
Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim: Me serî netewand, em ê serî netewînin! Em piştrast in ku ev gel wê destketiyên xwe biparêze.
Parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim: Me serî netewand, em ê serî netewînin! Em piştrast in ku ev gel wê destketiyên xwe biparêze.
Têkildarî serdegirtina malan û binçavkirina parlamenterên HDP'ê, parlamenterê HDP'ê yê Mûşê Ahmet Yildirim ji ANF'ê re axivî:
"Ev rewş êdî girtina hevşaredar, parlamenter û hilbijartiyan derbas kiriye û veguheriye konsepteke êrîşê ji bo fetisandina têkoşîna azadiyê û destketiyên gelê Kurd. Ev êrîşên li dijî Kurdan ancax bi hiqûqa dijminatiyê were vegotin. Heta roja îro hewl dan serî bidin tewandin, lê nekarî bûn. Niha jî bi hêrseke siyasî hewl didin têk bibin. Me serî netewand, em ê serî netewînin. Em piştrast in ku ev gel wê destketiyên xwe biparêze."