DBP'ê bang kir: Dem dema rabûna li ber darbeyê ye

DBP'ê destnîşan kir, ku bi operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî wekîlên HDP'ê re vîna gel hatiye talankirin û got, "Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin."

Li dijî serdegirtina malan û binçavkirina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û parlamenterên HDP'ê, Navenda Giştî ya DBP'ê bang kir.

Di daxuyaniya DBP'ê de hat gotin, "Darbeya AKP'ê dewam dike. Binçavkirina Hevserok û parlamenterên sêyemîn partiya mezintirîn a Tirkiyeyê, ku 6 mîlyon deng standiye, darbeya li vîna gel e. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li ber darbeyê rabin. Yên vîna gel xesp dikin, wê bi ti awayî bi ser nekevin. Weke DBP em bang li gelê xwe û hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî faşîzmê dengê xwe bilind bikin."