'Wê zilma AKP’ê li ber lehiya hêrsê têk biçe'

Siyasetmedarên kurd li dijî girtina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli û berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata nerazîbûn nîşan dan û got, ev girtin peyama tİnekirina vîna gelê kurd e.

Siyasetmedarên kurd li dijî girtina Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli û berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata nerazîbûn nîşan dan û got, ev girtin peyama tİnekirina vîna gelê kurd e. Siyasetmedaran got ku wê hêrsa gelê kurd li dijî van êrîşan biteqe û wê zilma AKP’ê li ber lehiya vê hêrsê biçe. 

Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli roja 25’ê cotmehê ji aliyê hêzên dewletê ve hatin binçavkirin û rojek piştî wan jî Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata hat binçavkirin. Piştî îfadeyên wan li Midûriyeta Polîsan û dadgehê her sê jî hatin girtin. Her ku diçe nerazîbûn û berteka li dijî vîna gel zêde dibe. Parlementerên HDP û siyasetmedarên kurd li dijî êrîş û girtinan nerazîbûna xwe anîn ziman. 

‘WÊ TÊKOŞÎNA JINA KURD BI SER BIKEVE'

Parlamentera HDP’ê ya Riha Dîlek Ocalan li dijî qirkirina siyasî nerazîbûna xwe anî ziman û destnîşan kir ku ev êrîş û girtin ne niha hatiye amadekirin û got ku ev demek dirêj e li ser vê planê hatiye xebatindin. Ocalan anî ziman ku di şexsê Berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata de dixwazin temsîliyet û vîna jina kurd dîl bigirin û got ku tu hêz nikare jina kurd û vîna gelê kurd teslîm bigire. Ocalan got ku ew ê bi têkoşîna jina kurd biserbikevin û li dijî hemû bêhiqûqî û pêkanînên tunekirinê banga mezinkirina têkoşîn û berxwedanê li jinan kir. 

‘BI DEH SALAN EV HOVÎTÎ DIMEŞE’ 

Endamê Meclîsa DBP’ê Mehmet Şîrîn Tunç jî diyar kir ku li ser gelê kurd zilmek giran tê meşandin û got ku ev zilm bi deh salane li ser gelê kurd û hemû gelan hovîtî tê meşandin. Tunç di qonaxa dawî de girtina Kişanak, Anli û Ata şermezar kir û wiha got: “Ev peyamake ji bo gelê kurd. Ji gelê me re peyama 'Hûn nikarin li vîna xwe xwedî derbikevin û temsîl bikin’ didin. Dixwazin vê zilmê wisa bidomînin. Lê pêwîste di vê pêvajoyê de gelê kurd hin bêtir xwedî li vîn û nirxên xwe derbikeve.”

IRMAK: WÊ HÊRSA GELÊ KURD BITEQE

Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Selman Irmak jî destnîşan kir ku ew vê pêla binçavkirin û girtinê şaşwaz nebûne û got ku ew li benda êrîşek wisa bûn. Irmak da zanîn ku AKP dixwaze vîna gelê kurd bi tevahî binpê bike û dixwazin bi vê girtinê peyamên tundiyê li ser gelê kurd bi tevahî bidin meşandin. Irmak êrîş û girtinên dawî wek ‘Ev êrîş peyama şerê aktîf e’ nirxand û wiha got: “Dixwazin vîna gelê kurd bi awayekî siyasî bixin pişt deriyên hesin. Lê heta roja îro bi girtin û komkujiya ev yek pir car hatiye cerabandin, lê bi ser neketine. Em jî vê peyamê didin heta ku yek kes ji me bimîne û li qada bin em ê li berxwe bidin. Gelê me jî li dijî peyama AKP’ê li ser piya ye. Bila viya baş dizanibin her ku diçe hêrsa gelê kurd zêde dibe û eger ku hêrsa gelê kurd biteqe kes nikare li ber vê hêrsê bisekine. Ev ê teqandina vê hêrsê wek lehiye bi ser wan de biherike. Bila kes Mehmet Tunç û Asiye Olmez û yên di jêrzemînan de hatin sotindin ji bîr neke çawa ku wan çok danenî dê gelê kurd jî ji niha şûn ve li ber êrîşên faşîzmê çok daneyne. Peyama me gotinên Tunç û rêhevalê wî ne. Dê bi her awayî gelê kurd li berxwe bide û ev sedsal sedsala gelan e. Dê jin jî li dijî şerê tunekirinê li berxwe bidin û wê şer têk biçe û azadî biser bikeve.”

‘BILA HEMÛ NETEWE Û BAWERÎ RABIN SER PIYAN’ 

Endamê Komîsyona Civak û Baweriyan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Huseyîn Bariş jî bilêv kir ku ev êrîş ne naskirina gelê kurd û Kurdistanê ye û got ku dê li gel hemû planên têkibirinê û pergala tekane avakirin dewletê berxwedana xwe bidomîne. Bariş bang li hemû civak û baweriyên li Kurdistanê kir ku li dijî vê zilmê nerazîbûna xwe ya demokratîk bide meşandin û got ku ev şer tenê ne li dijî kurd e li dijî hemû beşên civakê pêk tê. Bariş got ku pêwîste hemû pêkhatiyên li Kurdistanê xwedî li vîna xwe derbikeve. 

...