Li Geverê bomberdûman

Artêşa Tirk li Geverê bejahiya gund û taxên ku “qedexeya kolanan” lê hatî îlankirin bomberdûman dike.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê li bejahiya gund û taxên ku “qedexeya kolanan” lê hatî îlankirin tevgera balafirên şer heye.

Li gor çavkaniyên herêmî, bejahiya gundên Kaport, Menkawa, Pirzala, Serîndere, Tiloran û Dêlezê û taxên gundan ên bi navê Kuçe, Pagê, Koycuk,  Yekmala Jorîn, Yekmala Jêrîn, Darê, Xurekana Jorîn, Tilorana Jorîn û Aşagi Guveç têne bombekirin.