Şêniyên Qendîlê: Kobanê tê wateya qehremaniyê
Şêniyên binarê Qendîlê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gotin, "Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, êdî ji bo gelên cîhanê mînaka berxwedan û têkoşînê ye."
Şêniyên binarê Qendîlê bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê gotin, "Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, êdî ji bo gelên cîhanê mînaka berxwedan û têkoşînê ye."
Şêniyên binarê Qendîl, têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ajansa me re axivîn.
Welatiyê bi navê Amanç Resûlî da zanîn, ku di azadkirina Kobanê de rola gelê li çar parçeyên Kurdistanê hebû û bal kişand ser lehengiya YPG/YPJ'ê ya di vî şerî de.
Resûlî got, "Pêwîste gelê me vê rojê bi kêfxweşî pêşwazî bike ji ber ku wateya Kobanê ji bo Kurdan nîşaneya azadî û serxwebûnê ye."
Welatiyekî din ê bi navê Rênas Rojhilat destnîşan kir, ku sîstema hov û reşperest a DAIŞ'ê, di berxwedana Kobanê de hatiye têk birin û diyar kir Kobanê bû nîşaneya keç û xortên berxwedêr û azadîxwaz ên hemû gelên cîhanê.
Rojhilat got, "Tiştên ku li Kobanê rû dan, bû cara duyemîn li cîhanê diqewimin. Car yekemîn li Stalîngratê rû da, ku di navbera du welatan de pêk hat. Û di encama şere navbera Elmanya û Rûsya de artêşa Elmanya li bin ket. Lê di şerê Kobanê de, ji zêdeyî deh welatan rêxistinek bi navê DAIŞ'ê hebû. Dijminê gelê Kurd Erdogan çend caran got, ku Kobanê li ber têkçûnê ye. Lê me dît ku keç û xortên welatê rojê, ku ji azadî, demokrasî û jiyana hevbeş bawer kirine, çeteyên DAIŞ'ê têk birin."