Rêveberê DBP’ê Arslan hate binçavkirin

Li Qoserê danê sibehê polîsên Tirk bi hemwextî avêtin ser malan. Rêveberê DBP'ê Arslan hate binçavkirin.

Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê polîsên Tirk bi hemwestî avêtin ser gelek malan. Reveberê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Metîn Arslan, dema ku bi ser mala wî a li taxa Turgut Ozal de girtin hate binçavkirin. 

Hat ragihandin ku Arslan birine Midûriyeta Emniyetê ya Qoserê. Tevî ku xebatkarê MEYA-DER’ê Alî Tanirgan ne mala xwe bû jî bi ser mala wî de jî girtin û di dema serdegirtinê derî û pencereyên mala wî ji aliyê polîsên Tirk ve hemû şikandin.