BI DÎMEN

Nîşaneya berxwedana Gimgimê: Rodî û Newroz

Li navçeya Gimgim a Mûşê ku xwerêveberî di destpêkê de li vir hat ragihandin, Şehîd Rodî û Şehîd Newroz bûn nîşaneya berxwedana li navçeyê.

Li navçeya Gimgim a Mûşê ku xwerêveberî di destpêkê de li vir hat ragihandin, roja 15'e Tebaxa 2015'an di navbera hêzên dewleta Tirk û gerîlayên HPG'ê de şer derket û piştî vî şerê du rojan, tîmên taybet, Rahmî Kiziltaş (Rodî) û Abdullah Toprak (Newroz) înfaz kirin.

Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê, desthilatdariya AKP'ê û Serokkomarê Tirk Erdogan têkçûn qebûl nekir û li dijî gelê Kurd dest bi polîtîkayeke şer a topyekûn kir. Desthilatdariya AKP'ê di vê çarçoveyê de hemû bajar û navçeyên Kurdistanê kir hedefa xwe. Cihê ku ewilî hêzên dewleta Tirk êrîşî wê kir, navçeya Gimgim a Mûşê bû. Di 15'ê Tebaxê ji bo 2 rojan derketina derve hat qedexekirin û gelek mirov hatin înfazkirin.

Piştî şerê dijwar ê du rojan di navbera tîmên taybet û gerîlayên HPG'ê de qewimî, Rahmî Kiziltaş (Rodî) û Abdullah Toprak (Newroz) bi birîndarî ketin destê tîmên taybet ên Tirk. Hêzên Tirk di sibeha 17'ê Tebaxa 2015'an de her du jî înfaz kirin.

Şehîd Rahmî Kiziltaş (Rodî) ê 36 salî li taxa Alagoz a Gimgimê ji dayik bûbû û bavê 3 zarokan bû. Navê keça wî ya mezin Pelîn, zarokên wî yên din Melîsa 5 salî û Ruzgar jî yek salî bûn. Kek Mahsar Kiziltaş dibêje ew gelekî bi zarokên xwe ve bû û destnîşan dike, ku ji bira jî wêdetir ew mîna du hevrêyan bûn.

'DILSOZÊ NASNAMEYA XWE YA KURD BÛ'

Kek Kiziltaş anî ziman, ku birayê wî Rodî mirovekî qenc bû, dilê kesî nedişikand û got, "Di sala 1991'ê de em bi malbatî li Elezîzê bi cih bûn. Lê Rodî ewçend dilsozê gundê xwe bû, timî diçû gund û dihat... Mirovekî qenc bû, zerar nedida kesî. Dilsozê Kurdbûna xwe bû. Di sala 1999'an de partî nas kir û di destpêka salên 2000'î de tevlî nava karê ciwanan bû. Timî hewl dida destekê bide têkoşînê. Wextekê li Stenbolê xebitî û karê dekorasyonê kir. 5 meh piştî ku Rodî tevî malbata xwe ji Stenbolê bar kir Gimgimê, van bûyeran rû dan û Rodî û Newroz înfaz kirin."

'YA KU LI EKÎN WAN HAT KIRIN, QEBÛL NEKIR'

Kiziltaş destnîşan kir, ku birayê wî bi ti awayî neheqî qebûl nedikir û anî ziman, ku şehîdbûna gerîla Ekîn Wan gelekî bandor lê kir. Kiziltaş got, "Dema Ekîn Wan şehîd bû, tê bîra min ew gelekî bi hêrs bû. Ya ku li Ekîn Wan hat kirin, gelekî bi zora wî çûbû. Teşhîrkirina gerîlayekî, bi taybetî jî gerîlayeke jin gelekî bi zora wî çûbû. Û timî digot, divê ev ji wan re nemîne. Digot, 'ew rûmeta me ne'."

'BIRAYÊ MIN JI ALIYÊ HÊZÊN DEWLETA TIRK VE HAT ÎNFAZKIRIN

Kek Kiziltaş diyar kir, di şerê 2 rojan de haya wan jê tine bû ku Rodî jî heye û da zanîn, mirina birayê wî ne mirineke ji rêzê bû, birayê wî ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû înfazkirin.

Kek Kiziltaş got, "Ji bira jî wêdetir em mîna hevrêyên hev bûn" û destnîşan kir ku hesabê birayê wî û hevalên din ên şehîd bûne wê rojekê were pirsîn, xwîna wan ti carî li erdê nemîne.

'KURÊ MIN ZEWICÎ BÛ Û BAVÊ 3 ZAROKAN BÛ'

Dayik Cemîle Kiziltaş da xuyakirin ku dewletê kurê wê kuştiye û hêrsa xwe ya li dijî dewletê nîşan da. Dayik Kiziltaş got, "Kurê min zewicî bû, bavê 3 zarokan bû. Mirovekî gelekî baş bû. Bi karê xwe re mijûl bû. Ez fêhm nakim bê çawa ew kuştin. Gelekî hez ji hevser û zarokên xwe dikir. Dilê min parçe bû. Ez ê bawer nakim ku kurê min miriye. Her sibehan digirîm, dilê min ranake. Keçên wî jî hê heta danê sibehê bi min re digirîn. Gelekî bêriya bavê xwe dikin. Kê kurê min kuşt, bila bela xwedê lê be."

Şehîd Abdullah Toprak (Newroz) ê 26 salî jî, ku li taxa Alagoz a Gimgimê ji dayik bû, hê dema 2 salî bû, kekê wî Fevzî Toprak (Mazlûm Toprak) di sala 1991'ê de li ber zilma dewleta Tirk rabû û tevlî refên PKK'ê bû. Berî tevlî nava refên PKK'ê bibe navê Newroz li birayê xwe Abdullah kir û navê wî bi vî rengî ma. Dayika Şehîd Newroz Nazîfe Toprak, ji ber êşa kurê xwe ronî di çavên wê de name ye. Dayik Nazîfe dibêje "Xwedê agir berde mala Erdogan, kezeba wî jî parçe bike."

'EV DEWLET WÊ HESABÊ HEMÛ CIWANÊN KUŞTIYE, BIDE'

Dayik Toprak anî ziman, ku dilê kurê wê timî paqij bû û nebaşî li kesî nedikir. Dayik Toprak diyar kir, Newroz hê di zarokatiyê de digot ew dixwaze tola kekê xwe hilîne, xwîna wî li erdê nahêle û got, "Jineke ku kurê min jê hez dikir hebû. Wê bizewiciyan. Jina wî jê hez dikir jî timî tê cem min, em bi hev re digirîn. Vê dewletê nehişt evîna xwe jî bijî. Du caran agir berdan nava mala min. Kî bûbe sedemê vê, bila agir li mala wan jî bikeve. Rojekê wê ev Kurdistan ava bibe û xwîna zarokên min wê li erdê nemîne. Fewziyê min çû. Newrozê min çû. Ez nizanim bê ez ê çi bikim. Ew canê min bûn û canê min ji bin girtin. Ev dewlet wê rojekê hesabê hemû ciwanên kuştiye, bide."

'DIVÊ HER KES ÊDÎ DENGÊ XWE BILIND BIKE'

Jinbira Newroz Nejla Toprak ji bo Newroz got, "Ew mîna kurê min ê biçûk bû" û hêrs û nefreta xwe li dijî dewleta Tirk nîşan da. Toprak qala Newroz kir: "Mirovekî dilovan û rêzdar bû. Kengî agahiyeke şehîdan dihat, gelekî pê dêşiya. Gazin dikir û digot, 'çima her tim gelê Kurd tê binpêkirin'. Digot, divê her kes zêdeyî tişta ji dest tê bike. Her tim digot, divê ev gel rabe ser piyan û bes bêdeng bimîne."

Toprak destnîşan kir, ku ew nefretê dike ji ber ku li welatekî mîna Tirkiyeyê dijî û nerazîbûn nîşanî mirovên li pêşberî mirina ciwanan bêdeng in, da. Jinbira Topra got, "Welatên din çima ewqasî bêdeng in? Dewleat Tirk êdî nikare xwe li zarokên Kurdan jî rabigire, wan dikuje. Lazim e ev mirov êdî deng derxîne, li dijî zilma dewletê li ber xwe bide û hesabê van mirinan bipirse."

...