Gel ji bo hevşaredarên xwe li ber edliyeyê ye
Gelê Amedê ji bo Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli ber Edliyeya Amedê kom dibe.
Gelê Amedê ji bo Hevşaredarên Bajarê Mezin Gultan Kişanak û Firat Anli ber Edliyeya Amedê kom dibe.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ên li Amedê 25’ê Cotmehê hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr anîn Edliyeya Amedê.
Şêniyên bajêr û hilbijartî piştî ev agahî wergirtin, berê xwe dan avahiya edliyeyê.
Avahiya edliyeyê bi bendên polîsan û bi sedan polîsan hat dorpêçkirin, gel jî rawestandina xwe didomîne.
Her wiha qutkirina înternetê ya ku bi binçavkirina hevşaredaran pêk hatibû, careke din ket meriyetê. Li bajêr gel nikare xwe bigihîne torên înternetê.