Gerîlayan lê dan: Gelek çeper hatin rûxandin
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Geverê çalakiyek pêk anîn. Di encamê de gelek çeperên leşkerên hatin rûxandin û gelek çekên leşkeran hatin desteserkirin.
Gerîlayên HPG/YJA Starê li dijî leşkerên li ser girê Elîşêr ê li Geverê çalakiyek pêk anîn. Di encamê de gelek çeperên leşkerên hatin rûxandin û gelek çekên leşkeran hatin desteserkirin.
Li navçeya Gever a Colemêrgê, di navbera hêzên dewleta Tirk ên li ser girê Elîşêr bi cih bûbûn û gerîlayan de îro saet di 11:00 de şerekî dijwar qewimî. Gerîla ji gelek aliyan ve çalakiyek lidar xistin.
Di encama çalakiyê de gelek çeperên leşkerên Tirk hatin îmhakirin û gelek çek hatin desteserkirin.
Çav li rê yê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser vî şerî daxuyaniyekê bide.