Kon ne li gorî şertên zivistanê ne!
Gelê Nisêbînê yên ku ev 8 meh in li gundê Bawernê di konan de di berxwedana jiyanê de ne, bi sarbûna hewayê re diyar dikin bêhtir zor li wan dibe û ji gel destek xwestin.
Gelê Nisêbînê yên ku ev 8 meh in li gundê Bawernê di konan de di berxwedana jiyanê de ne, bi sarbûna hewayê re diyar dikin bêhtir zor li wan dibe û ji gel destek xwestin.
Malbatên Nisêbîniyan bi ‘qedexeya derketina derve’ re neçar man ku ji malên xwe derkevin û li gundê Bawernê ev 8 meh in di konan de têkoşîna jiyanê didin. Malbatên ku bi destûra xwediyê erd konê xwe danîn û ev nêzî salekê ye li vir dijîn, li gel hemû dijwariyan jî xaka xwe naterikînin. Berê li gundê ku 12 kon lê hebûn piştî ku hin jê çûne Mêrdînê 7 jê li konan man û jiyana xwe di konan de didomînin. Bi zivistanê re şertên jiyanê zortir bûn û bi hatina baranê de zarokên ku li konan dijîn bi nexweşiyê re hevrû dibin. Malbatan diyar kirin konên wan ne li gorî şerên zivistanê ne.
‘TERORA DEWLETÊ NAQEDE’
Mehmet Emîn Yakut ku ferzkirina dewletê ya li Şirnexê, ‘’yan hûn ê bibin qorîcî û yan jî hûn ê xaka xwe biterikînin’’ qebûl nekir, beriya bi 31 salan hatiye Nisêbînê, li taxa Koçeran (Firatê) bi cih bûye. Yakut diyar dike, bi ragihandina ‘qedexeya derketina derve’ ya 14’ê Nîsanê re neçar maye ku dîsa mala xwe biterikîne û dibêje, ‘’Terora dewletê xilas nabe. Malên me bi tang û topan hilweşandin.’’
‘EM BIMIRIN JÎ DERNAKEVIN’
Yakut dibêje, ji dema ku qedexe destpê kir heta niha ew di konan de dijîn û wiha domand, ‘’Ev 8 meh in em li konan dijîn. Heta vê gavê xweş bû. Germ bû lê dîsa jî xweş bû. Ji niha û pê de dinya sar e. Şêva din baran bariya. Hindik bariya lê dîsa jî konan dilop kirin. Kon ne li gorî şertên zivistanê ne. Ku bayek were ev kon dikarin bi ser me de werin xwarê. Em li malekê geriyan lê me nedît. Konteynir hebûya me dikarîbû zivistan derbas bikira. Ji ber ku em ê dev ji xaka xwe bernedin. Em li vir bimirin jî dernakevin. Ne em ê biçine Stenbolê û ne jî lojmanên dewletê.’’
‘JI BO 4 MALBATAN KONEK’
Meryem Yakut (35) dibêje çar malat di konekî de dimînin û got: ‘’Em serşo, aşxaneyê, destşokê, bi firaxan re bi hev re bi kar tînin. Helbet ji bo me zor e. Ji ber ku 4 malbat cilşoyekê bi kar tîne. Erd ji ber ku axî ye zarok zû dilewitin. Rojê 4-5 caran em cilşoyê dixebitînin. Her malbet li odeyekê dimîne ku em odeyan bi çarşefekê vediqetînin. Ez bi 4 zarokên xwe re li odeyekê dimînim. Em xwarina xwe cuda çêdikin. Di danekî de 4 xwarin têne çêkirin. Li vir jiyan dijwar e, em li ber xwe didin.
Meryem Yakut diyar kir bi hatina zivistanî re jiyana zotir bûye û xwest ku gelê Kurd alîkariyê bi wan re bike.
‘ME HER TIŞT ANÎ BER ÇAVAN’
Suna Korkmaz, diya 7 zarokan ku bi çar malbatan re di konan de dimîne, got, ew jiyana metropolan qebûl nakin. Korkmaz bêrîkirina xwe ya li Nisêbînê vegot, ‘’Heke me bixwesta me yê xwe bida aliyekî û li jiyana xwe bineriya. Lê me xwest ku em li xaka xwe bimînin û em neçûn. Me her tiş anî ber çavan. Em çûne taxê. Li ser kavilan em li firaxên xwe rast hatin. Tenê mal xira nekirine, firaxên me avêtine ser sergoyan û li ber çavê me danîne. Bila Xwedê heqê me li wan nehêle.’’