Polîsan di binê çavan de ji Akat re gotin wê bê girtin

Xebatên Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata ku li nava nava KCD'ê meşand, weke 'karên rêxistineke li derveyî qanûnan' hatin nîşandan. Polîsên Tirk hê di binê çavan de ji Ata re gotin, "Tu êdî girtî ye. Em ê te bibin Stenbolê."

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de, Berdevka Demî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) û parlamentera du serdemên bihurî Ayla Akat Ata, ji ber karê xwe yê li nava KCD'ê, daxuyaniyên çapemeniyê û beşên beşdar bûn, ku weke 'karê rêxistina li derveyî qanûnan' hatin nîşandan, bi îdîaya 'rêveberiya rêxistinê' hate girtin. Dewleta Tirk bi lez û bez, Ata tevî Hevşaredar Gultan Kişanak û Firat Anli bir Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê. Derket holê, ku Ata der barê vê lêpirsînê de beriya niha ji bo dayîna îfadeyê çûye edlyeyê, lê belê dozgerê ku lêpirsînê dimeşîne berî îfadeya wê bigire, ew vegerandiye. Li gorî agahiyan, polîsan di binê çavan de, ku hê nanîbûn edliyeyê ji Ata re gotine, "Tu êdî girtî ye. Em ê te bibin Stenbolê."

GOTINÊN LI SER PERWERDEYA BI ZIMANÊ DAYIKÊ Û KONFERANSA KURD, SÛC HATIN NÎŞANDAN

Dosya lêpirsînê digihêje heta sala 2007'an dema damezrandina KCD'ê ku bi qasî 400 rêxistinên civakî yên sivîl endamên wê ne. Di çarçoveya vê lêpirsîna ku ji aliyê endamên cemaetê yên li nava dadgerî û polîsan ve hat meşandin, di navbera salên 2011-2012'an de hemû civînên KCD'ê yên Ata beşdar bûn, bi biryara dadgeriyê bi dehan caran hatin guhdarîkirin. Di van civînan de gotin û nirxandinên Ata yên li ser mijarên; mîsyona damezrandinê ya KCD'ê, perwerdeya bi zimanê dayikê, xweseriya demokratîk, konferansa Neteweyî ya Kurd, mijarên rojane û siyasî hatin qeyidkirin û weke delîlê sûc hatin nîşandan. Dosya lêpirsînê ku ji ber 'pêvajoya çareseriyê' hatibû sekinandin, di sala 2015'an de hat dewamkirin. Di navbera salên 2015-2016'an de çalakiyên 8'ê Adarê û daxuyaniyên çapemeniyê yên KJA'yê, weke Ata tevlî bû, weke sûc hatin dîtin.

MÎCK A KU TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE JÎ KIRIN 'RÊXISTINA TERORÊ'

Eniya Rizgariya Îslamî ya Moro (MÎCK) a ku bi Dewleta Fîlîpînê ve şer dikir û ji bo ku şerê 40 salan bi dawî bibe Tirkiyeyê jî di nava heyeta şopandinê ya serbixwe de cih digirt jî ji wekî "rêxistina terorê" hatiye nîşandan. Ji ber ku Akat ji bo  tecrûbeyên li vê derê lêkolîn bike çûye wê derê û  nîşeyên ku  di lênûska xwe de girtiye wekî sûc hatiye dîtin.