Bi sedan welatiyên ji DAIŞ'ê reviyan hatin Minbic a azad

Bi sedan welatiyên ku ji ber zilma DAIŞ'ê ji bajarê Deyr El-Zor direvin berê xwe didin, Minbic a ku di 13'ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibû rizgarkirin.

Bi sedan welatiyên ku ji ber zilma DAIŞ'ê ji bajarê Deyr El-Zor direvin berê xwe didin, Minbic a ku di 13'ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) ve hatibû rizgarkirin. Welatiyen ku tên bajêr, ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbic tên pêşwazî kirin û bi cih kirin.  
 
Ji van welatiyan yek ji herêma mergeda ya girêdayî Hesekê Raad Humsî el Hemud e . Hemud, kêfxweşiya xwe ya bi Minbic a azad anî ziman û got: "Em ji ber DAIŞ'ê  reviyan û hatin bajarê Minbic a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Em bi rengekî baş pêşwazî kirin."                        

Ramî Cilud el Hesenê ji bajarê Dêra Zorê ji taxa El Teyanî reviya ye. Hesen, diyar kir ku jiyan li wan herimî bû, lewma ew reviyan e û hatine Minbicê.