‘Hûn bi polîtîkayên îmha û înkarê nikarin Kurdan’
Hevşaredarê Şaredariya Pirsûsê yê ku di konê sersaxiyê yê li mala gerîlayê HPG’ê Alîşêr Firat (Ahmet Can) hatî vedan de axivî diyar kir ku gelê Kurd bermaber rejîma AKP/Qesrê winda nake.
Hevşaredarê Şaredariya Pirsûsê yê ku di konê sersaxiyê yê li mala gerîlayê HPG’ê Alîşêr Firat (Ahmet Can) hatî vedan de axivî diyar kir ku gelê Kurd bermaber rejîma AKP/Qesrê winda nake.
Konê sersaziyê yê ku ji bo gerîlayê HPG’ê Alîşer Firat (Ahmet Can) ê ku li mala wan a li gundê Kantarma yê girêdayî navçeya Xelfetî ya Rihayê hatî vedadan bi girseyî tê ziyaret kirin. Rêveberên HDP û DBP’ê yên navçe û Rihayê, MEYA-DER a Riha, Dayîkên Aştiy, hevşaredar, endamên meclîsa şaredariyê û bi sedan kes kon ziyaret kirin.
Li mala sersaxiyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên Can ê HPH’yî hatibû daliqandin, gel di ketina gund de kom bûn, jin bi tilîlî û dirûşmên “Şehîd namirin” û “ Bijî Berxwedana HPG’ê” dest bi meşê kirin.
AKTAŞ: WÊ GEL QEZEÇ BIKE
Piştî dûayên hatin kirin û şûn de Hevşaredarê Pirsûsê Halîl Akbaş axivî û behsa girîngiya proje û hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê kir û ev proje bûn qûrbanê polîtîakyên qirkirinê yê hikûmeta AKP/Qesrê. Aksoy diyar kir ku gel enceq bi têkoşîn û berxwedana li dijî polîtîkayên îmha û tinekirinê bi ser bikeve.
Akbaş destnîşan kir ku ev polîtîka enceq bi biyatiya gelan û berxwedanê bi ser bikeve û wiha anî ziman: “Ji bo em sed salên din jî di nava zilm û zextan de nejîn, her tişta ku bikeve ser milê kê divê bike. Gelê Kurd gelekî berxwedêr û têkoşer e. Gelekî ku li bermaber zext û zilmê serî natewîne. Em bi hêvîn e ku gelê Kurd qet û qet dev ji têkoşîna xwe ya birûmet gav şûn de navêje û nade avêtin jî.”