Li şûna qeyûmên îstifa kirin qeyûm hatin bicihkirin

Li şûna 3 qeyûmên li Şaredariya Erxeniyê hatibûn erkdarkirin û van qeyûman îstifa kirin, qeyûmên nû hatin bicihkirin.

Li şûna Hevşaredar Aygun Taşkin, endamên meclîsa şaredariyê Hasîp Demîrtekîn û Sabîha Alçîçek, Walîtiya Tirk a li Amedê qeyûm erkdar kir. Piştî ku ev her sê qeyûmên hatin erkdarkirin îstaf kirin, Walîtiya Tirk sê qeyûmên nû li şûna qeyûman bi cih kir. 

Li şûna Taşkin karmendê kadastro Sezer Arslan, li şûna Demîrtekîn midûrê mal Ahmet Demîbag û li şûna Alçîçek jî midûrê tapû Cevdet Arslan hatin bicihkirin.

Berê jî Ramazan Hekîmoglû, Mehmet Alî Îpek û Mûstafa Yalçin hatibûn wezîfedarkirin û van kesan di 19'ê Cotmehê de îstifa kiribûn.

...