Li Amedê gel xwedî li şaredarî û hevserokên xwe derdikeve

Gel, girtina hevşaredarên xwe Kişanak, Anli û berdevka KJA’yê Ata şermezar dike û li ber şaredariyê nobetê digire.

Gel girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gulten Kişanak, Firat Anli û berdevka KJA’yê Ayla Akat Ata şermezar dike, bi çalakiya xwe ya rawestandina jiyanê gel li ber şaredariya Amedê dicive. Girse bi çalakiya, ‘’dest li vîna min nede’’ li hev dicive. Hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel, Wekîlên HDP’ê Feleknas Uca, Nursel Aydogan, Sîbel Yîgîtalp, Serokwekîlê Koma HDP’ê yê Meclîsê Çaglar Demîrel, endamên KJA’yê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, rêveberê bajêr û navçeyan ên HDP’ê, DBP’ê, xebatkarên şaredariyê bi sedan kes li ber şaredariyê li hev civiyan, balkêş bû hin kes bi kopalê xwe tevlî çalakiya nobetê bûne.

Her ku diçe hijmara kesên ku ber şaredariyê dicivin zêde dibe, polîsan bi TOMA, wesayitên zirxî girseyê dorpêç dikin. Girse tim dirûşmên wekî, ‘’zext me bi nikarin’, ‘’Şaredarî ya gel, gel wê bi ser bikeve’, ‘’Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ têne berzkirin. Bertek li dijî êrîşên giştî yê qirkirinê hate nîşandan.

Nobeta heta 18.00’an wê berdewam bike.