Li Şirnexê bendên lêgerînê radestî nobedaran hatin kirin!

Dewleta ku di şerê li Kurdistanê de gelek kuştiyên xwe çêbû, bi girtina kar a nobedaran re dixwaze hejmara kuştiyên xwe veşêre. Li cihên ku beriya niha bi sedan polîs û leşker mirin, nobedar (bekçî) hatine bicihkirin.

Dewleta ku di şerê li Kurdistanê de gelek kuştiyên xwe çêbû, bi girtina kar a nobedaran re dixwaze hejmara kuştiyên xwe veşêre. Li cihên ku beriya niha bi sedan polîs û leşker mirin, nobedar hatine bicihkirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin, li herêmên rêveberiya xweser, di şer de bi hezaran, li gorî daxuyaniyên fermî yên dewletê jî bi sedan polîs, leşker û cerdevan mirin e. Niha jî dewlet dixwaze van kuştiyên xwe bi girtina kar a polîs, cerdevan, leşkerên nû û nobedaran binixumîne. Bi taybetî jî dewleta tirk dixwaze nobedarên ku girtine kar di eniyên pêş de bikar bîne û yek ji van eniyan jî bendên lêgerînê yên li bajarê Şirnexê ne. Li gor agahiyên hatine bidestxistin dewlet wê li bajarên Riha, Amed, Mêrdîn, Colemêrg û Şirnexê 2 hezar û 394 nobedaran bigire ser kar û girtina nobedaran dest pê kiriye. Dewletê dest bi girtina nobedarên ji bo Şirnexê û navçeyên wê kiriye û van nobedaran dest bi kar kiriye. 

LI CIHÊN KU LEŞKER Û POLÎS MIRIN, NOBEDAR TÊN BICIHKIRIN

Ev nobedar bi taybet li cihên ku polîs û leşkerên dewletê herî zêde lê hatine kuştin tên bicihkirin. Ev kesên ku heta niha di dibistan, nexweşxane û saziyên dewletê de dixebitîn niha bi biryareke nû li taxan û bendên lêgerînê hatine bicihkirin û mafê van kesan tine ye ku li hember vê biryarê derkevin. Li gorî vê polîtîkaya dewletê nobedarên ku qaşo pêwîst e nobedariya taxan bikin bicihkirina wan a li nuqteyên bi rîsk û lojmanên polîsan balê dikşîne. Rastiya ku di vir de hatiye veşartin jî ew e ku dewlet dixwaze hejmara leşker û polîsên xwe yên hatine kuştin û li şûna leşker û polîsan nobedaran bi cih bike. 

Li Şirnexê bi dehan nobedarên ku hatine girtin bi awayek dij hiquqî li bendên lêgerînê hatine de hatîne. Ev kes kesên li van bendan hatine bicihkirin bi taybet ji kesên nêzî AKP'ê û malbatên cerdevanan pêk tên. Wekî din li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine girtin ev kes di heman demê de weke kontra jî hatine peywîrdarkirin.

Li gor daneyan wê bi tevahî li Şirnexê 205, li Cizîrê 205, li Silopiya 155, li Hezexê 60, li Elkê 30, li Qilebanê 30 û li Basa jî 30 nobedar werin bicihkirin.