Nasnameya kesê li Amedê hat kuştin eşkere bû

Hat hînbûn ku nasnameya kesê piştî çalakiya li dijî polîsan a Amedê hatibû kuştin Nezîr Çîçek e. Dozger destûr neda ku malbat bikaribe cenaze nas bike.

Hate gotin kesê ku şeva 29’ê Cotmehê li ser rêya Elezîzê Xaçerêya 75. a navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi îdîaya ku PKK’yî bû û piştî çalakiya bi roketan ku di encamê 2 polîs û 1 nobedar birîndar kiribûn, hatî înfazkirin kesê bi navê Nezîr Çîçek (Rêzan Farqîn) e.

Piştî êrîşê di serdegirtina malekê de, li taxa Îplîkê, xemla şer dabûnê û Çîçek hatibû înfazkirin, 2 kesên ku di malê de jî bûn hatibûn binçavkirin. Fotografên ji wê malê ku tê îdîakirina şer lê çêbûye, yên ku di hesabên nêzî polîs û leşkeran de yên medyaya civakî de hatin parvkirin nîşan dide ku Çîçek hatiye înfazkirin. Ji cenazeyê Çîçek ê li ser kanapeyekî xuya dike ku ji nêz ve gule lê reşandine.

Serlêdana ji bo naskirina cenazeyê Çîçek ku li Morga Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, hê ji hêla dozgeriyê ve nehatiye bersivandin. Dozger ji malbatê re got, "ji bo naskirina crnaze li benda me bimînin" bû asteng ku malbat cenaze nas bike. Malbata ku nekarî cenazeyê xwe bibe, ji bo naskirina cenaze li bendî agahiya dozgeriyê ne.