Lietz: Divê Erdogan û hikûmet dev ji şîdetê berde
Arne Lietz, ê ji bo lêkolînan hate Amedê diyar kir ku çareseriya binpêkirinên mafan ew e ku Serokomarê Tirk Erdogan, hikûmet û hêzên dewleta Tirk dev ji şîdetê berde û vegere pêvajoya aştiyê ye.
Arne Lietz, ê ji bo lêkolînan hate Amedê diyar kir ku çareseriya binpêkirinên mafan ew e ku Serokomarê Tirk Erdogan, hikûmet û hêzên dewleta Tirk dev ji şîdetê berde û vegere pêvajoya aştiyê ye.
Heyeta Partiyên Sosyalîst ên Ewropayê (PES) a ji 5 kesan pêk tê li Amedê lêkolîn pêk anî. Endamê Komîteya Mafên Mirovan a Parlamenta Ewropayê û ji Koma Partiyên Sosyalîst ên Ewropayê Arne Lietz ê di heyetê de cih digire têkîldarî girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, dagirkirina avahiya şaredariyê, girtina saziyên çapemeniyê, bi siyasetmedarên kurd re hevdîtinîn pêk anî. Lietz der barê lêkolînên ku kiriye de nêrînên xwe par ve kir.
'LI TIRKIYEYÊ AZADIYA RAMAN TINE YE'
Lietz diyar kir ku di demên dawî de bi awayekî sîstematîk binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê diqewimin dişopînin û ji bo ku di cih de lêkolînan bikin hatine Amedê. Lietz anî ziman ku der barê binpêkirinên mafan de fikarên wan ên cîdî heye, armanca wan a bingehîn piştevanî û tespîtkirina binpêkirinên mafan e û wiha berdewam kir: "Mê dît ku li Tirkiyeyê mirov nikarin azadiya îfadekerinê bi kar bînin. Akademîsyenên ku ji bo aştiyê îmze avêtineme dît ku hatine binçavkirin. Hemû komên muxalîf di bin sîwana terorê de tên nirxandin li vî rengî li hemberî wan polîtîkayekî dewletê tê meşandin."
'GIRTINA HEVŞERADERAN NAYÊ FÊHMKIRIN'
Lietz got ku girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Anli û ji aliyê hêzên dewletê ve dorpêçkirina avahiya şaredariyê neyê fêhmkirin û wiha axivî: "Dema ku em li rewşa şaredariyê dinêrin, rewşekî ku 2 şaredar derxistina pêşberî dadger û pirsa sûc kirine yan na ji wan pirsîn derbas dike heye. Şaredariyekî ku gel nikare bikeve heye, tenê xebatkar dikarin biçin. Lê dema ku xebatkar diçin jî ji ber ku hard diskên kompûtiran hatiye derxistin nikarin bixebitin. Di esasê xwe de ew jî nikarin bixebitin. Dîmenê ku em li vir dibînin, di wan şertan de şaredarî nayê xebitandin. Ev tiştekî ku şaredaran sûc kiriye yan na ji wî wêdetir e, tiştekî din heye."
'BINGEHA DEMOKRASIYÊ AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YE'
Lietz têkîldarî girtina saziyên çapemeniyê jî anî ziman ku azadiya çapemeniyê bingeha demokrasiyê ye û wiha got: "Me vê hefteyê di Parlamenta Ewropayê ji bo ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê di kîjan astê de ye bibînin û fêm bikin biryarekî nû derxist. Ya ku tê dîtin ew e ku Li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê ji holê radibe. Ewlehiya canê rojnamegerên li Tirkiyeyê di xetereyê de ye. Em ê her tim têkîldarî azadiya çapemeniyê eleqeya xwe û pirsyarkirina xwe bidomînin."
'EM Ê GAVÊN ŞÊNBER BAVÊJIN'
Lietz destnîşan kir ku ew ê têkîldarî binpêkirinên mafan ên diyar kirine gavên şenber bavêjin û dema ku vegere tiştên ku dîtine ji çapemeniya Elman re ragihînin, bi Wezareta Karên Derve re hevdîtinan pêk bînin û pirsên wekî "dê der barê Tirkiyeyê de çi bikin, ji bo veguhestina Tirkiyeyê însiyatîfê bigirin an na" ji wan bipirsin, bi partiyên din ên siyasî re hevdîtinan pêk bînin, mirovên ku îhtîmal heye bên girtin bişopînin.
'DIVÊ ERDOGAN DEV JI ŞÎDETÊ BERDE'
Lietz destnîşan kir ku aştî ancax dikare bi durkekina şîdetê pêk bê û bang li Serokomar Tayyîp Erdogan, hikûmeta AKP û rayedarên dewletê kir xwest dev ji şîdetê berdin. Lietz axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ji bo ku hikûmeta Erdogan careke din vegere pêvajoya aştiyê wê pêşniyarên me hebin. Bidawîbûna pêvajoya aştiyê kir ku Tirkiye di nava xwe de bikeve hundirê pirsgirêka penaberan. Dîsa pêvajoya aştiyê ya ku li Tirkiyeyê pêk bê wê têkoşîna Tirkiyeyê ya li dijî DAIŞ'ê jî rehetir bike."