Gerîlayan li Colemêrgê derbên giran li artêşa Tirk xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li navçeyên Şemzînan, Gever û Çelê yên Colemêrgê derbên li artêşa Tirk xistin. Di van çalakiyan de 16 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û şerê vê dawiyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî dan:

COLEMÊRG

"Roja 30'ê Cotmehê saet di navbera 10:30-11:00 de, li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê hêzên me li dijî wesayîtên alav ji girê Konserve re dibin û leşkerên li herêmê kom bûbûn, bi çekên giran çalakî lidar xistin. Di encamê de qeymyonek şewitî û rûxiya. Li ser hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, agahiyek zelal bi dest neket.

29'ê Cotmehê saet di 22:00 de, artêşa TC li bejahiya gundên Tilora, Kuçê, Leskan; Muşanê, Terê, Memkava, Xurekanê, Şişemzîn, Dodka, Delezê, Dirik û Aylava yên ser bi navçeya Gever a Şemzînanê dest bi operasyonê kir.

30'ê Cotmehê saet di navbera 13:30-14:00 de hêzên me bi hawanan li leşkerên li girê Elîşêr ê li herêma Oremarê ya li navçeya Geverê ya Şemzînanê xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin. Piştî vê çalakiyê, artêşa TC mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir.

Hêzên me yên YJA Starê roja 29'ê Cotmehê saet di 15:30 de, bi hawanan li Tûgaya Çelê xistin. 30'ê Cotmehê saet di 09:30 de, dema helîkoptereke bi tîpa Skorsky xwe li pîstê danî û leşker li dora wê li hev civiyan, çalakiya bi hawanan hat lidarxistin. Dİ heman demê de hawan li lojmanan jî hatin xistin. Piştî çalakiyê artêşa TC bi obus, hawan û balafirên şer li dora çemê Zapê û qada Şehîd Mazlûm xist. Hejmara kuştî û birîndarên artêş TC a li vir nehat zelalkirin.

30'ê Cotmehê saet di 13:20 de, hêzên me ji 2 baskan ve li girê Hawan ê li navçeya Çelê xistin. Di encama derbên xurt de, bi çav hat dîtin ku 2 leşker hatine kuştin, çeperek hat rûxandin û derb li çeperek çeka A-4 hat xistin.

30'ê Cotmehê saet di navbera 14:00-14:30 de, bi hawanan li girê Koordîne yê li Çelê hat xistin. Di encamê de li çepera yekemîn 2 leşker hatin kuştin 1 jî birîndar bûn. Li çepera din jî leşkerên hewl didan birevin bû hedef û 4 leşker hatin kuştin. Di enacma vê çalakiyê de bi giştî 6 leşker hatin kuştin.

ŞIRNEX

30'ê Cotmehê saet di 15:00 de hêzên me ji 2 baskan ve li girê Koordîne yê navçeya Qilaban a Şirnexê xistin. Baskê yekemîn ê çalakiyê bi çekên RPG-7 ji nêz ve li çeperên dijmin xist. Di encamê de 2 çeper hatin rûxandin, 5 leşker hatin kuştin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî li çeperekê xistin û li vir 3 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC obus û hawan avêt cihê çalakiyê. Balafirên şer jî saet di 15:30 de bombe li gundê Sipê barandin.

30'ê Cotmehê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li qereqola Tepê Çeta yê navçeya Qilaban a Şirnexê xistin. Li vir leşkerek hat kuştin. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me yên li qada Deriyê Dawetiya şehîd bûn, hat lidlarxistin.

AGIRÎ

27'ê Cotmehê, hêzên me li dijî lûleyeke gaza xwezayî ya li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Di encamê de 10 warîl gaza xwezayî, 2 trafo û konteynireke nobedê hatin rûxandin. Şewata piştî çalakiyê derket 2 rojan dewam kir. Ev çalakî ji bo bîranîna hevalên me Şehîd Navdar û Şehîd Şiyar hate lidarxistin.

NASNAMEYA GERÎLAYÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Li qada Şehrîban a Şirnexê, di operasyona artêşa TC de roja 13'ê Cotmehê şer derket û gerîlayê me yê bi navê Rustem piştî berxwedaneke mezin şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bi vî rengî ye:

Nasnav: Rustem Tolhildan
Nav paşnav: Nazmî Akdogan
Cihê ji dayikbûnê: Colemêg
Dayik-Bav: Hazal-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 13'ê Cotmeha 2016 / Şirnex"

...