Artêşê Tirk kuşt, dadgeriyê jî nixumand

Dosya Fatma Erkan a 13 salî, ku di sala 1993'an de ji aliyê artêşa Tirk ve hat kuştin, ji ber 'wext di ser re derbas bû' betal bû.

Fatma Erkan hê 13 salî bû, di qeyda nifûsê de biçûktir bû. 11 salî hatibû nivîsandin. Fatma di Cotmeha sala 1995'an de tevî pîrik û kalê xwe, xizmên xwe yên li gundê Site yê Mîdyatê ziyaret kir.

Dema Fatma li gund bû, di navbera du gerîlayên ARGK'ê û artêşa Tirk de şer derket. Di vî şerî de her du gerîlayan jiyana xwe ji dest dan. Artêşa Tirk di dema vî şerî de gule li Fatma ya 13 salî reşand û ew kuşt. Ji hingî ve Fatma di dosya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Mîdyatê de weke 'terorîsta di şer de hat kuştin' derbas dibe.

Li dosya lêpirsînê wêneyek jî hatiye bicihkirin ku 'îspat dike' Fatma ya 13 salî 'terorîst' e. Di vî wêneyî de li ser bedena biçûk a Fatma ya gelek gule lê ketiye, gomlekek, dawa wê, li binê dawê pîjamayê pembe û şimika wê xuya dike. Artêşa Tirk a ku Fatma kuşt, bêguman wê çekeke kalaşnîkov a ji bejna Fatma mezintir deyne ber serê wê û bi vî rengî bida îspatkirin ku Fatma 'terorîst' e.

BÊYÎ HAYA MALBATÊ JÊ ÇÊBIBE, VEŞARTIN

Gundiyan tevî her du gerîlayan cenazeyê Fatma jî veşartin. Malbat wê demê nikare xwedî li keça xwe derkeve. Demeke dirêj nizane bê gora wê heye yan na. Piştî ku sal di ser re derbas bûn, di sala 2013'an de malbat serî li Dadgeha bi Erka Taybet a Amedê dide û dixwaze gora li gundê Site bê vekirin. Li ser vê daxwazê gor tê vekirin û di encama testa DNA de derdikeve holê ku hestiyên li vê gorê yên Fatma ye.

DEMÊ DI SER DOSYAYÊ DERBAS DIKIN Û BI VÎ RENGÎ DIGIRIN

Lêpirsîna li ser dosya kuştina Fatma, li Mîdyatê dewam dike. Di vê dema lêpirsînê de Dozgeriya Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Mîdyatê ji bo dîtina kujeran, karekî cidî nake û bi vî rengî pêşî li eşkerebûna kujeran digire.

Herî dawî, di Tebaxa 2016'an de dozger diyar kir, ku bûyer berî 20 salan qewimiye, lewma dem di ser re derbas bûye û biryar da dozê dosyayê bigire. Piştî vê biryarê serî li Serdozgeriya Komarê ya Mîdyatê hat dayîn ku ev biryar were betalkirin, lê daxwaz nehat qebûlkirin. Bi vî awayî kuştina Fatma ya biçûk ji bo dadgeriya Tirk bû dosyayeke nixumandî.