Dayikên Aştiyê yên Rojhilatî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê pîroz kirin
Dayikên Aştiyê li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan çapemeniyê û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Dayika gotin, heta serketinê ew ê li ber xwe bidin.
Dayikên Aştiyê li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê daxuyanî dan çapemeniyê û 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kirin. Dayika gotin, heta serketinê ew ê li ber xwe bidin.
Dayikên Aştiyê destnîşan kirin, ku bi berxwedana bi heybet a li Kobanê re, derba herî mezin li çeteyên DAIŞ'ê hatiye xistin û gotin, "Bi rêya vê berxwedanê, cîhanê berxwedana Kurdan nas kir. Û DAIŞ'ê jî bi rengekî vekirî dît ku nikare pêşî li azadiya gelê Kurd bigire."
Dayikên Aştiyê hemû şehîdên Kobanê û tevahiya Kurdistanê bi rêzdarî bibîr anîn û ev daxuyanî dan:
"Weke Dayikên Aştiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê, em êşa malbatên şehîdên xwe ji dil parve dikin. Bila her kes zanibe, ji bo me cihê rûmetê ye ku îro ji Merîwanê heta Kobanê em li ser şopa şehîdên xwe dimeşin. Weke Dayikên Aştiyê û jinên Apoyî, em ji Rojhilatê Kurdistanê careke din soz didin ku em ê li ser şopa şehîdên xwe heta serketinê bimeşin. Yên ku rêya me ronî dikin, şehîdên me ne. Bi vê wesîleyê em 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz dikin û careke din dilsoziya xwe ya bi şehîdan û Rêberê xwe re nîşan didin."