DBP: Em hevgiriya enternasyonalîst a Kobanê bidomînin!
DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û li dijî faşîzm û barbariya banga hevgiriya enternasyonalîst kir.
DBP'ê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir û li dijî faşîzm û barbariya banga hevgiriya enternasyonalîst kir.
Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyanî da.
Di daxuyanî de hate gotin; "Ji Elmanya ya bi Îtalyayê, ji welatên Skandînavyayê ta bi Fransayê, ji Îngilîstanê ta bi Yewnanîstanê, ji Kanada ta bi Awûstralyayê, ji Hindîstanê ta bi Ekvadorê, ji Spanya ta bi DYA’yê, li hemû devera cîhanê, li sedan bajarî xwedî li berxwedana Kobanê derketin û hevgiriyek çêbû. Beriya bi 2 salan li Kobanê li dijî DAIŞ’ê têkoşîna mirovahiyê bi ser ket û ev ji bo gelên dinyayê bû kana moralê. Ji ber sedema salvgera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê em wan kesan slav dikin ku ev serketin diyarî mirovahiyê kirin û wan kesên ku di têkoşîna mezin a mirovahiyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û minet bi bîr tînin."
Di daxuyaniyê de hate gotin, gelek celeb gel û baweriyan li Kobanê bi hevgiriyekê li dijî DAIŞ’ê bi ser ketine û wiha hate gotin:
"Şoreşa Rojava nîşanî me da ku jiyaneke dî pêkan e. Şoreşa Rojava û serketina Kobanê ne tenê serketina Kurdan e, xeta çareseriyê ya hemû mirovan e ku heqê demokratîk ê mironvan, azadî û dadmendiyê dixwazin. Çareseriya krîza Rojhilata Navîn mayindekirina Şoreşa Rojava ye."