Li Êlihê çalakiya 'dest nede vîna min' dewam kir

Çalakiya 'dest nede vîna min' ku li Êlihê ji aliyê HDP, DBP û KJA'yê ve piştî desteserkirina şaredariyê hate destpêkirin, îro cara pêncan hate lidarxistin.

Çalakî li Kolana Gulîstanê pêk hat û Parlamenterên HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Mehmet Alî Aslan û Serokê Sendîkaya Petrol Îşê Şeymûs Kaygûsûz tevî bi sedan kesî tevlî bûn. Parlamenter Aslan ewilî axivî û diyar kir, hikûmeta AKP'ê hurmetê nîşanî vîna hilbijêr nade.

Piştre li ser navê girseya gel Hevseroka Genel Îşê Narîn Erol daxuyanî da û erkdarkirina qeyûm weke darbeya li vîna gel pênase kir. Narîn got, "Desthilatdariyê bi qanûna qeyûm re, navendên me ku kedkaran û gelê me bi dayîna berdêlên mezin qezenç kirine, talan kiriye. Weke çîna karker a Kurdistanê, li dijî van zextan em ê dest bi berxwedanê bikin û li gel vîna gelê xwe cih bigirin."

Çalakî piştî daxuyaniyê qediya.