Mamoste û karmendên li Başûrê Kurdistanê ji bo mûçeyên xwe daketin kolanan

Li bajarên Silêmanî, Helebe û navçeya Kelarê çalakiyên mamoste û karmendan ên ji bo wergirtina mûçeyên xwe, dest pê kirin.

Desteya Mamosteyan û Karmendan, ji bo li ber sîstema paşverxistina dayîna mûçeyan rabin, biryar dan îro çalakiyên giştî lidar bixin. Di çarçoveya vê biryarê de îro li bajarên Silêmanî, Helebce û navçeya Kelar a ser bi Germiyanê mamoste û karmend daketin kolanan.
 
Çalakî  li dijî sîstema paşxistina mûçe û belavnekirina mûçe di demê xwede ye.
 
Çalakî  berdewam dikin.