Zarokên Fîskayayê pirtûkxaneya xwe dixwazin
Şêniyên taxa Fîskaya ya Amedê dixwazin, pirtûkxaneya Şehîd Îsmaîl Mizrak a hatiye xerakirin, ji nû ve bê çêkirin.
Şêniyên taxa Fîskaya ya Amedê dixwazin, pirtûkxaneya Şehîd Îsmaîl Mizrak a hatiye xerakirin, ji nû ve bê çêkirin.
Li taxa Fîskaya ya navçeya Yenîşehîr a Amedê, Pirtûkxaneya Şehîd Îsmaîl Mizrak a bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin ji aliyê gel ve hat çêkirin, dema li Sûrê "qedexeya derketina derve" hat ragihandin û êrîş lê hatin kirin, zerar dît. Lewma hate girtin.
Gel dibêje, ji ber peywirdarên pirtûkxaneyê ne li cihê xwe ne, pirtûkxane ketiye rewşeke wiha ku êdî nema dikare were bikaranîn.
Gel deriyê pirtûkxaneyê bi saceke hesin lihêm kir û dixwaze ziyana li pirtûkxaneyê were rakirin.