SES: AKP wê têk biçe, em ê bi ser bikevin
Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara got, "AKP wê têk biçe, em ê bi ser bikevin."
Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara got, "AKP wê têk biçe, em ê bi ser bikevin."
Şaxê Rihayê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) ji bo dûrxistina ji kar a 2 hezar 774 personelên tenduristiyê û girtina saziyên çapemeniyê şermezar bike, li ber Nexweşxaneya lêkolîn û Perwerdeyê ya Mehmet Akîf Înan daxuyaniyek da çapemeniyê. Hevserokê Giştî yê SES'ê Îbrahîm Kara û endamên SES'ê beşdarî çalakiyê bûn.
Kara da xuyakirin, ku hkiûmeta AKP'ê ji bo zexmkirina desthilatdariya xwe ya paşverû, nîjadperest û dîktatoriya yek şexsî, hewl dide pêşî li mûxalîfan bigire û destnîşan kir, ku weke SES'ê wê nikaribe wan bêdeng bike.
Kara diyar kir, ew ê ji îro û pê ve ala berxwedanê li hemû kargehên li bajaran bilind bikin û ragihand, ji bo hevalên wan di demeke nêz de li karên xwe bên vegerandin, ew ê têkoşîneke xurt bimeşînin.
Kara di dawiya axaftina xwe de got, "AKP wê têk biçe, em ê bi ser bikevin."