Di çarçoveya konsepta şerê topyekûn ê hikûmeta AKP/Qesrê de, bi tinehesibandina destûra bingehîn a Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî re, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike.
Parlamentera HDP'ê Nûrsel Aydogan da xuyakirin, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya 'Hiqûqa Dîlgirtiyan' de ev 18 sal in bênavebr di nava tecrîdê de ye û got, "Ji hin hevdîtinên bi malbatê û parêzeran bigirin heta hevdîtinên Heyeta Îmraliyê yên pêvajoya çareseriyê, ti carî ev tecrîd nehatiye rakirin. Tevî ku îro li ser deriyê Îmraliyê nivîsa Girtîgeha Tîpa F ya Wezareta Edaletê tê nivîsandin jî, em dizanin ku ji Tîpên F yên din cudatir di çarçoveya qanûneke taybet a ceza û înfazê de 'Hiqûq Dîlgirtinê' tê meşandin. Tirkiye bi vê hiqûqa xwe ya li girtîgeha Îmraliyê re ne tenê qanûnên xwe, hemû peymanên navneteweyî yên mora xwe daniye binî jî binpê dike. Mînak; weke hemû endamên din ên Konseya Ewropayê, Tirkiye neçar e li gorî kontrol û raporên CPT, binpêkirinên mafên mirovan ên hatine tespîtkirin di demeke kurt de ji holê rake. Lê belê şert û mercên li Îmraliyê ti carî nehatiye sererastkirin, berevajî hatine girankirin."
'OCALAN LÎDEREKE KU RÊVEÇÛNA DÎROKÊ DIGUHERE'
Aydogan destnîşan kir, ku Ocalan yek ji mirovên kêm caran hatiye dîtin e, ku bi paradîgmaya xwe rêveçûna dîrokê guhertiye û wiha dewam kir: "Lîderên ku rêveçûna dîroka mirovahiyê diguherin, timî bûne hedefa serdestan. Yek ji van lîderan Mandela ye, ku ji bo çarenûsa mirovên reşik ên li welatê xwe biguherîne, ji gelekî kole gelekî azad bafirîne têkoşiya û 27 salên xwe li girtîgehê derbas kir. Dema mirov li Birêz Ocalan dinêrin, xwedî paradîgmayeke ku hem dikare çarenûsa Rojhilata Navîn hem jî ya mirovên li Tirkiyeyê biguherîne. Dema ev paradîgmaya wî ket meriyetê, mirov hingî dikarin qala mirov û civaka azad li Rojhilata navîn bikin. Li aliyê din Birêz Ocalan bi rêya paradîgmaya xwe nîşan da ku li rojhilata Navîn jiyaneke bi hev re ya gelan pêkan e û vê yekê planên emperyalîstan ên li ser Rojhilata Navîn ji hev xist. Lewma di nava tecrîdeke bêdawî de tê girtin."
'MERCÊN TECRÎDÊ JI BO MIROVAHIYÊ VEGUHERAND DESTKETIYÊ'
Parlamenter Aydogan da zanîn, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sekna xwe ya şoreşgerî, mercên tecrîdê ji bo mirovahiyê veguherand destketiyekê û got, "Birêz Ocalan bi sekna xwe re nîşanî hemû mirovên ji bo aştî, edalet û demokrasiyê têdikoşin da, ku di nav atecrîdê de jî gelek tişt dikarin werin afirandin."
'DIVÊ VEGER LI MUZAKEREYA BI RÊBERTIYA OCALAN WERE KIRIN'
Aydogan got, "Tevî ku hikûmeta AKP'ê di neçareseriyê de israr dike jî, Birêz Ocalan di lêgerîna çareseriyeke aştiyane ya pirsgirêka Kurd de timî israr kiriye" û wiha dewam kir: "Mebesta AKP'ê ji çareseriya pirsgirêka Kurd, tesfiyekirin û tinekirina PKK'ê ye. Lewma hemû hewldanên Birêz Ocalan nayên dîtin û Tirkiye roj bi roj ji rastiya aştî û çareseriyê dûr dikeve, mirin zêde dibe. Ji ber vê yekê divê ji mirinê vegerin jiyanê û veger li pêvajoya muzakereyê bê kirin."
Aydogan peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibîr xist, ku bi rêya birayê xwe Mehmet Ocalan ragihand û got, "Eger wê careke din li maseya çareseriyê vegerin, ji bo pêvajoya aştiyê bi erênî were meşandin, divê Birêz Ocalan ji aliyê fîzîkî ve azad be."