Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Aydemîr li Amedê hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Emîne Aydemîr (Amara Diljîn) a li navçeya Elbakê jiyana xwe ji dest da, li ser wasiyeta wê ji aliyê jinan ve li Amedê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Emîne Aydemîr (Amara Diljîn) a li navçeya Elbakê jiyana xwe ji dest da, li ser wasiyeta wê ji aliyê jinan ve li Amedê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlaya YJA-Starê Emîne Aydemîr (Amara Diljîn) a ku li navçeya Elbak a Wanê di şerê 5'ê Cotmedê de jiyana dabû li ser wasiyetan wê li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hate veşartin.
Cenazeyê Aydemîr ji Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê ji aliyê malbatê ve piştî ku hat teşxîskirin anîn Amedê. Di merasîmê de parlamentera HDP'ê Sîbel Yîgîtalp, rêveberên DBP'ê, MEYA-DER û gelek kes amade bûn. Jinan darbesta cenaze hildan ser milan û anîn goristanê. Di merasîmê de dirûşma "Şehîd namirin" hat qîrîn. Cenaze li ber tilîliyên jinan hat veşartin.
Ji bo Aydemîr wê li gundê Ewêna yê Mêrdînê sersaxî bên qebûlkirin.