NÛ BÛ

Qesra binê erdê ya emîrên DAIŞ'ê

Piştî ku gundê Medîban ê Şengalê ji aliyê YBŞ û HPG'ê ve hat rizgarkirin, tunel, qenal û şikeftên binê erdê yên çeteyên DAIŞ'ê derketin holê. Yek ji van jî li Çiyayê Kolikê derket holê û xuya ye ev şikeft ji aliyê emîrên DAIŞ'ê ve hatiye bikaranîn.

Gundê Medîbanê li ser rêya navbera çiyayê Şengalê û Hesekê ye. Gundê Medîbanê bi qasî 40 kîlometreyan dûrî bajarokê Holê ye. Heman rê ji Holê diçe Şedaddê û di ser gundê Mergedeyê diçe Dêra Zor. Li gundê Medîbanê rêyek ku ji Hesekê tê û digihêje heta Telafer û Mûsilê. Gundê Medîbanê bi qasî du saetan dûrî Mûsilê ye. Bêhtir nêzî Beec û Telaferê ye. Gund berê gundekî Êzidî ye. Lê mîna gundên din ên di çarçoveya polîtîkaya guhertina demografiya Kurdistanê de, ji vî gundî jî Êzidî ji aliyê rejîma Baasê ve hatine derxistin û li şûna wan Erebên Sûnî hatine bicihkirin. Piştî ku Şengal ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hat dagirkirin, ev der jî ji aliyê çeteyan ve hat dagirkirin. Heta Adara 2016'an di destê çeteyên DAIŞ'ê de ma. Medîban di Adara 2016'an de ji aliyê gerîlayên HPG û YBŞ'ê ve hate rizgarkirin. Dema mirov ji gundê Medîbanê diçin GOla Hatuniyê, weke dewama çiyayê Şengalê girekî bi navê Kolik heye ku zêde ne bilind e. Bi qasî 6 kîlometreyan dûrî gundê Medîbanê ye. 30 kîlometreyan jî dûrî Gula Hatûniyê û bajarokê Holê ye.

ŞIKEFTA LUKS

Çeteyên DAIŞ'ê dema gundên Şengalê û Girê Kolikê dagir kirin, li ser vîg irê navbera Sinûnê û Medîbanê, şikefteke luks çêkirine. Hundirê şikeftê bi konteynirên mezin ku ne diyar in ji Sûriye yan jî Iraqê hatine anîn, hatiye dagirkirin û veguherandine cihekî luks. Li sê cihên dîwêr televîzyonên LCD hatine bicihkirin. Her wiha tevî saloneke mezin, odeyeke biçûk jî heye, ku xuya ye ji bo razanê hatiye çêkirin. Ji bilî deriyê ketina hundir, sê cihên nava şikeftê ronî dike hene. Ji bo yên konteynerê bi kar tînin, garajeke wesayîtan a sergirtî jî hatiye çêkirin. Li cihekî ku bi qasî 500 metre dûrî vê ye, kampek ji 5 konteyneran a li binê erdê hatiye veşartin, heye.

YA EMÎRÊN MEZIN E

Jinên Şengalî dibêjin ev kamp ji aliyê emîrên mezin ve hatiye bikaranîn. Êzidî dibêjin, emîrên payebilind ên DAIŞ'ê li navenda bajaran namînin, lewma cihên bi vî rengî ji bo wan hatine çêkirin. Hin jî dibêjin ev kamp ji aliyê Bagdadî, Îzzeddîn El Dûrî, Omer Şîşanî ve hatiye bikaranîn.

Şervanên YBŞ'ê dan xuyakirin, ku piştî herêma şikefta ji konteyneran bi dest ket, zêdeyî mehekê mayînên li dora wê rakirin û herêm paqij kirin. Şervanan dan xuyakirin, ku li dora şikeftê gelek mayîn hene, lewma ew zêde nikarin vê herêmê bi kar bînin.

Cihê şikefta konteyner lê ye, li ser rêya navbera Mûsil-Telafer, ji wir ber bi Al Bûkamal û Dêra Zor e, ku van herêman kontrol dike. Li aliyê din li ser xeta Hol-Şedaddê-Mergede û Reqqayê ye.

XELEKA EWLEKARIYÊ

Yek ji mînakên ku nîşan dide şikeft ji aliyê emîrên DAIŞ'ê ve hatiye bikaranîn ew e, ku li dora şikeftê sîstemeke ewlekariyê hatiye çêkirin. Bi qasî 500 metre li pêşiya şikeftê rêyeke asfaltê derbas dibe. Aliyê vê rêyê yê digihêje vî girî, bi kepçeyê hatiye birîn. Li vî cihî jî bendên nobedê ji axê hatine çêkirin. Li vê herêmê her wiha gelek kulûbeyên nobedê jî hatine çêkirin û serê hin ji wan bi sêl û hin jî bi kîsên ji axê hatine dagirtin. Deriyê şikeftê, li rêya ji Holê heta Şerfedînê ye û li ser vê herêmê serdest e. Li aliyê rojava jî, piştî ku rêya asfaltê derbas dike, Gola Hatûniyê xuya dike. Li vî alî jî cihekî ji sê konteyneran hatine çêkirin û nobedar jî li cihekî ku yên ji aliyê Gola Hatûniyê bên, li kulûbeyan hatine bicihkirin.

XETA BAZIRGANIYÊ YA DAIŞ'Ê

Li jêra Girê Kolikê ku şikeft lê ye, rêyek ji axê diçe heta Hol-Şedaddê û Hesekê. Êzidiyên Şengalî dibêjin rêgeha bazirganiyê ya DAIŞ'ê ya Mûsil-Reqayê ev der e. Şervanên YBŞ'ê dan xuyakirin, ku piştî Medîban û Girê Kolikê ji DAIŞ'ê hatin standin, ev xet bê kêr bû. Dibe ku piştî rizgarkirina Holê kamp hatibe terikandin.

PIŞTÎ KU HOL HAT RIZGARKIRIN, HATIYE TERIKANDIN

Tê texmînkirin, ku şikefta luks a ji konteyneran, piştî ku hêzê QSD'ê Hol rizgar kirin, ji aliyê emîran ve hatiye terikandin. Piştî ku emîran şikeft terikandin, vê carê jî kamp veguherandine kampa perwedekirina kesên çalakiyên bombeyî yên zindî pêk tînin. Ji Emû Hamza Ensarî re hatiye dayîn. Şervanên YBŞ'ê dibêjin, Ebû Hamza Ensarî, fermandarê çeteyên DAIŞ'ê yê bajarokê Xanesorê ye û piştî ku Xanesor hat rizgarkirin, hatiye kuştin. Şervanên YBŞ'ê dibêjin, piştî ku Ebû Hamza Ensarî hat kuştin, çeteyan bi rêya bêtêlê gotine 'xwişka wî li wir e û ji bo rizgarkirina wê çi pêwîst be divê were kirin.'

...