Di êrîşa dewleta Tirk de Rêveberê Sîstema Federaliya Demokratîk birîndar bû

Di berxwedana gundê Sorka ya Efrînê de Rohilat Arîf ê di rêveberiya Sîstema Federaliya Demokratîk de cih digirt birîndar bû.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker li ser sînorê gundê Sorka li dijî êrîşên xwe didomîne.

Ji ber gulebarana leşkerên Tirk Endamê Komîteya Hevpeymana Civakî ya Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Rohilat Arîf û gelek kes birîndar bûn.

Rohilat Arîf ê birîndarbûyî li nexweşxaneya Avrîn a li navenda Efrînê tê dermankirin.