Xelîl: Operasyona Reqqayê wê di demeke nêz de dest pê bike

Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, hêzên Koalîsyonê û hêzên QSD'ê, ku YPG jî di nav de ye, li ser operasyona Reqqayê li hev kirine.

Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Aldar Xelîl diyar kir, hêzên Koalîsyonê û hêzên QSD'ê, ku YPG jî di nav de ye, li ser operasyona Reqqayê li hev kirine. Xelîl destnîşan kir, ku ev operasyona ji aliyê saziyên siyasî yên Rojava ve hatiye erêkirin, wê di demeke nêz de dest pê bike. Xelîl, dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê jî nirxand û got, ne tenê Rojava Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê jî dagir bike û tevahiya herêmê bikeve nava krîz û kaosekê.

LI HEV HAT KIRIN

Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Aldar Xelîl li ser operasyona Reqqayê daxuyaniyên girîng da. Xelîl diyar kir, hêzên Koalîsyonê û hêzên QSD'ê, ku YPG jî di nav de ye, li ser operasyona Reqqayê li hev kirine. Xelîl anî ziman, ev operasyona ji aliyê Rêveberiya Kanotonên Xweser ên Rojavayê Kurdistanê ve hatiye erêkirin, wê di demeke nêz de dest pê bike û ev agahî da: "Di mijara operasyona Reqqayê de li hev hat kirin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ku YPG jî di nav de ye û hêzên Koalîsyonê li hev kirin ku dorê li Reqqayê bigirin. Rêveberiya Kantonên Xweser ên Rojava jî vê gavê erdê dike. Piştî vê dorpêçanê wê operasyon gav bi gav veguhere operasyona paqijkirina Reqqa ji DAIŞ'ê. Di vê mijarê de li hev hatiye kirin. Di nava demeke nêz de wê pêngava ber bi Reqqayê ve dest pê bike."

'TIRKIYEYÊ JI DESTPÊKÊ VE HEWL DIDA ŞOREŞÊ BIFETISÎNE'

Xelîl, armancên dewleta Tirk ên li Bakurê Sûriyeyê, Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî nirxand û destnîşan kir, ku ji destpêkê ve Tirkiye dixwaze Kurdan têk bibe û Şoreşa Rojava bifetisîne.

Aldar Xelîl da zanîn, ku Tirkiyeyê di destpêkê de xwest bi çeteyan bi ser bikeve, lê dema çeteyan nekarî tiştekî bikin, vê carê bi xwe daket qadê û dest bi dagirkeriyê kir. Xelîl got, "Ji destpêka Şoreşa Rojava û vir ve plana Tirkiyeyê ya dagirkirina Sûriyeyê, Bakurê Sûriye û Rojava heye. Lê belê xwest vê planê bi giranî bi destê çeteyên xwe bike. Xwest komên ser bi xwe ve bike desthilatdar û bi vî awayî Sûriyeyê dagir bike. Ji ber ku ev plana Tirkiyeyê bi ser neket, vê carê bi xwe axa Bakurê Sûriyeyê dagir kir. Ev rewş li pêş çavan e. Hin cih dagir kiriye. Xwest li Efrînê sînor derbas bike, li hin cihan derbas kir jî. Ket nava herêma Şehbayê. Li ku firsendê bibîne, wê bikeve hundir û dagir bike."

Xelîl diyar kir, hewldanên dewleta Tirk ên dagirkeriyê ne tenê li ser Rojavayê Kurdistanê ye, ev hewldan li dijî tevahiya Kurdistanê ye.

Aldar Xelîl da xuyakirin, Tirkiyeyê bi komkujî, qirkirina siyasî û fîzîkî Bakurê Kurdistanê ji nû ve dagir kiriye û ev nirxandin kir: "Dixwaze Rojava jî dagir bike. Li Başûrê Kurdistanê xeterî û gefeke mezin a Tirkiyeyê heye. Dema mirov bala xwe bidin daxuyaniyên wan, dikarin vê xeteriyê bi hêsanî bibînin. Di daxuyaniyên wan ên li ser Mûsil û Şengalê de armanca wan bi hêsanî tê dîtin. Armanca wan a bingehîn dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye. Divê gelê Kurd û vîna siyasî û leşkerî ya Kurd bi vê zanibe. Li gorî vê yekê têbikoşe. Eger ev neyê kirin, li dijî Tirkiyeyê helwesteke hevpar neyê nîşandan, hingî wê Tirkiye ji bo bicihanîna armancên xwe her tiştî bike."

'ERDOGAN DIXWAZE KAOSÊ GIRAN BIKE'

Xelîl destnîşan kir, eger hêzên Başûrê Kurdistanê li dijî van lîstikên xetere û armancên Tayyîp Erdogan nebin yek û helwestê nîşan nedin, wê Başûrê Kurdistanê jî dagir bike û got, "Gavên Erdogan, ne tenê kaosê li herêmê dafirîne. Dixwaze kaosê li Iraq û Sûriyeyê gelekî giran bike. Her wiha dixwaze hêzên navneteweyî jî bixe nava vê kaosê. Bi vî awayî hewl dide kaosê girantir bike û çareseriyê bixitimîne. Ev jî rewşeke gelekî xetere ye. Lê vê dike, di vî warî de gavan davêje."

Endamê Koordînasyona TEV-DEM'ê Aldar Xelîl ragihand, armancên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ne tenê ev e û wiha dewam kir: "Erdogan dixwaze temamiya herêmê bixe nava xeteriyê. Dixwaze şer li gelemperiya herêmê belav bike. Mirov bi hêsanî dikarin bêjin 'ew bi xwe têk çûye, niha jî dixwaze her kesî bi xwe re têk bibe'. Ji ber ku gavên ew davêje, kaos û tevlîheviya li herêmê mezintir dikin. Nêzîkatiyên wî rê li ber şerê navbera mezheb, bawerî û gelan vedike. Ji xwe bi vê armancê tevdigere. Tevî vê, dixwaze çareseriya li Sûriye û Iraqê bixitimîne. Dixwaze herêmê ne aram bike û bixe nava şerekî bêdawî."

Xelîl destnîşan kir, ku Tirkiye wê bi ser nekeve û got, "Ji ber ku vîna gelan li dijî vê derketiye holê û ev vîn û bawerî li dijî gavên bi vî rengî yên xetere, hesas e.