Artêşa Tirk êrîşî Dirbêsiyê dike
Artêşa Tirk îro saet di 00.00 de gundê Qermanê yê bi 3 kîlometreyan li rojavayê bajarê Dirbêsiyê ye, gule li welatiyên sivîl barand.
Artêşa Tirk îro saet di 00.00 de gundê Qermanê yê bi 3 kîlometreyan li rojavayê bajarê Dirbêsiyê ye, gule li welatiyên sivîl barand.
Li gorî nûçeya ANHA, artêşa dagirker a Tirk îro saet di 00.00 de li gundê Qermanê yê bi 3 kîlometreyan li rojavayê bajarê Dirbêsiyê ye gule li sivîlan barand.
Li gorî agahiyan, gulebarana leşkerên artêşa dagirker hê jî bê navber berdewam dike. Hetanî niha ti agahiyên der barê ziyanê de nehatine bidestxistin.
Artêşa Tirk gelek caran êrîşî herêmên li ser sînor kir û bi dehan welatiyên sivîl ji ber êrîşên Tirkiyeyê şehîd bûn.