Li şûna endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê qeyûm hat bicihkirin
Wezareta Karên Hundir a Tirk, endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mujde Bozan ji wezîfeyê girt û li şûna wê qeyûmekî xwe bi cih kir.
Wezareta Karên Hundir a Tirk, endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê Mujde Bozan ji wezîfeyê girt û li şûna wê qeyûmekî xwe bi cih kir.
Li şûna endama Meclîsa Şaredariya Sêrtê ya DBP'yî Mujde Bozan ku di meha Tebaxê de bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hate girtin û di 19'ê Îlonê de ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve ji wezîfeyê hate girtin, qeyûm hat bicihkirin.
Der barê mijarê de Walîtiya Tirk a li Sêrtê nivîsek ji şaredariyê re şand û diyar kir, Wezareta Karên Hundir li şûna Mujde Bozan, qeyûmê bi navê Gazî Armût bi cih kiriye.