BI DÎMEN

Yên ji van çiyayan hez bikin, ev çiya jî wan diparêzin

Gerîlayên YJA Starê li Avaşînê derbên giran li artêşa Tirk dixin, di şer û jiyanê de bi roleke aktîf radibin. Ev têkoşerên ku 24 seatan cihê xwe di çeperên berxwedanê de digrin, tevî şerê dijwar jiyana xwe bi parvekirinên watedar ve derbas dikin.

Gerîlayên YJA Starê yên ji destpêka biharê ve li qada Avaşînê derbên giran li artêşa Tirk dixin, di şer û jiyanê de rolek aktîf hildigrin ser milê xwe. Ev têkoşerên ku 24 seatan cihê xwe di çeperên berxwedanê de digrin, tevî şerê dijwar jiyana xwe bi parvekirinên watedar ve derbas dikin.

Em jî hewl didin rastiya şer û jiyana li Zagrosan bi rêya objektîfa xwe bikin malê dîrokê û bi hemû mirovan bidin nasîn.

Dibe ku kêliyek be, dibe ku kenek be an jî sohbetek be, lê di nava vê kêliyê de keda ku li van qadan tê dayîn, coş, fedekarî û wêrekiya gerîlayên YJA Star û HPGê tê diyar kirin.

Me jî berê objektîfa xwe da van çeperan û şahidî ji coş, kelecan û fedekariya gerîlayên YJA Starê re kir. Gerîlayek rewşa şer dişopîne, gerîlaya din guleyan amade dike, gerîlayek din jî bi hevrêyên xwe re çeperên xwe xurtir dike. Hemû jî bi îdîa ne ku ew ê bi van amadekariyên xwe û bi çalakiyên xwe ve derbên giran li artêşa Tirk a dagirker bidin. Û bi gotina serketin be, cardin dest bi kar û xebatên xwe dikin.

Vê carê jî em berê xwe didin cem komeke din a gerîlayên ku li dora agir li hev civiyane. Di vê kêliyê de jî gerîla hest û dilsoziya xwe ya bi çiyayên Kurdistanê û bi hevrêtiya xwe ve bi hevdu re parve dikin.

'ERMA ME YA BINGEHÎN PARASTINA VÊ QADÊ YE'

Gerîlaya YJA Starê ya bi navê Sara Star a ku nû derbasî qada Avaşînê bûye, hestên xwe yên di der barê vê qadê de bi vî rengî bi hevrêyên xwe re parve dike; "Berê min her ji dûr ve li qada Govendê meyze dikir. Min her digot ez ê rojekê biçim nava wan latan û li wir pratîk bidim meşandin. 3 salan her wisa min ji dûr ve li çiyayên Govendê meyze kir. Piştî 3 salan ez nû hatim qada Govendê. Berê me her destanên berxwedanê yên ku li vê qadê rû didan ji hevrêyên xwe guhdarî dikir, lê niha bi xwe di nava van latan de digerim. Ev hestek pir cuda ye. Mirov her hîs dike ku di nava van latan de sirek veşartî heye û tu her li vê sirê digere. Tu her bi xwe ji xwe re dibêje gelo ez ê di nava van keviran de çi bibînim û çi bijîm. Xwezayek vir a ku mirovan dikşîne nava xwe heye. Hem xwezaya wê, hem jî hevaltî û jiyana wê mirovan dikşîne nava xwe. Ji ber vê wek gerîlayên YJA Starê erka me ew e ku em bi şer û bi çalakiyên xwe ve xwedî li van qadên xwe yên ku bi xwîna hevrêyên me yên şehîd ve hatine avdan derkevin."

'ÇARÇÊLA BI HER ÇARÇÊLÊN XWE VE HÊZÊ DIDE ME'

Gerîlaya YJA Starê ya bi navê Tara Rojhilat jî li gel hevrêyên xwe ji qada Govendê li çiyayên Çarçêla yên ku berf lê barîne meyze dike û wiha hestên xwe parve dike: "Em niha li qada Govendê ne, çiyayên Çarçêla jî bi her çarçêlên xwe yên berfî ve li beramberî me ne. Bi rastî pir mereq dikim ka di nava vê sir û seqemê de rewşa hevalên me yên ku li wir di çeperan de cihê xwe digrin çawane. Her ku berê xwe didim wan çarçêlan hêzek pir cuda ji wir digrim. Weke ku hevrêyên xwe yên li wê qadê dibînim û wisa coş û morala min bilintir dibe."

ŞKÊR WAN DIPARÊZIN

Gerîla Tara dilsoziya xwe ya bi çiyayên Govendê re wiha parve dike: "Dibêjin ku tenê tiştên di tevgerê de zindî ne, lê bawer dikim ku di her tiştek de ruhek zindî heye. Ji ber wê evîna me ya bi Govendê re pir cuda ye. Eger tu ji dil û can jê hez bike Govendê te di nava xwe de diparêze. Mînak, ewqas dijmin bi teknîka xwe li me dide. Lê şkêrên Govendê me diparêzin. Carna di nava rojek de bi sedan obus, hewan û roketan davêjin van deran, lê heya niha bi rêya van êrîşan ji tiliya yek hevalên me xwîn nehatiye. Yanî em ji dil ve bawer dikin ku yên ji van çiyan hez bikin, ev çiya jî ji wan hez dike û diparêze."

Gerîlaya bi navê Nûpelda Amed jî heman hestan bi hevrêyên xwe re parve dike û straneke ku bi xwe ji bo bîranîna hevalên xwe yên şehîd amade kiriye bi me re parve dike. Nûpelda dibêje ku ev hevrêyên wan her yek bi serê xwe li dijî êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a dagirker destaneyek qehremaniyê nivîsandine û bi vî rengî gihane asta şehadetê.

Gerîlayên YJA Starê bi vê coş û kelecanê, bi israr û biryardariyek xurt çeperên xwe yên berxwedanê diparêzin. Bi vî rengî jî hem şer, hem jî jiyanê dixemilînin.

...