BI DÎMEN

Li dijî êrîşan, perwerdeya rojekê

Operasyona Ertûşê dewam dike. Gerîlayên li vê derê cihê xwe di çeperan de girtin, li dijî hemû şert û mercên neyînî yên şer bi tedbîr in. Gerîla di heman rojê de perwerdeyê dibînin û li dijî artêşa Tirk cihê xwe di nava çeperan de digirin,

Operasyona Ertûşê dewam dike. Gerîlayên li vê derê cihê xwe di çeperan de girtin, li dijî hemû şert û mercên neyînî yên şer bi tedbîr in. Gerîlayên ku di heman rojê de perwerdeyê dibînin û li dijî artêşa Tirk cihê xwe di nava çeperan de digirin, dibêjin, "Li dijî valahiya di şer de, tedbîra me perwerde ye."

Di operasyona artêşa Tirk de, ku roja 30'ê Tebaxê li eniya Ertûş a eyaleta Zapê da destpêkirin, gerîlayên YJA Star û HPG'ê derbên giran li leşkeran dixin.

Gerîlayên ciwan ên ji Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê tevlî refên gerîla dibin, li dijî çekên giran û taktîka modern a artêşa Tirk, bi bawerî û taktîkên gerîla bersivê didin. Gerîlayên ku derbên xurt li artêşa Tirk dixin, li çeperên xwe di heman demê de hem perwerdeyê dibînin hem jî amadekariya pratîka vê dikin.

Gerîlayên nû tevlî nava refên têkoşînê bûne, di nava şert û mercên operasyonê û şer de perwerdeya xwe dibînin û vê perwerdeyê li ser artêşa Tirk dixin pratîkê. Me ev rewşa gerîla şopand.