'Em ê bi hev re li ber xwe bidin û axa xwe biparêzin'

Ji rêveberên MSD'ê Hîkmed Habîb got, "Divê ciwanên me hê bêhtir tevlî nava QSD, Artêşa Hêzên Şoreşger û siyaseta demokratîk bibin."

Ji rêveberên MSD'ê Hîkmed Habîb got, "Divê ciwanên me hê bêhtir tevlî nava QSD, Artêşa Hêzên Şoreşger û siyaseta demokratîk bibin. Li dijî dewleta Tirk a qetlîamker ku hewl dide nakokiyê bixe navbera gelên me û şer derxîne, divê bi xurtî li ber xwe bidin. Em qebûl nakin, ku ti hêz û dewlet axa me dagir bikin."

Yek ji rêveberên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hîkmed Habîb, êrîşên dewleta Tirk ên li Efrîn û Şehbayê nirxand.

'EV DAGIRKERÎ YE'

Hîkmed Habîb da xuyakirin, ku êrîşên dewleta Tirk ên li Efrîn û Şehbayê, hewldaneke dagirkeriyê ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ye û ev got, "Berê jî dewleta Tirk êrîşî Rojava û Bakurê Sûriyeyê dikir. Berê bi destê çeteyan û ji nava sînorê xwe êrîşî hin cihan dikir. Lê ev hefeyeke li Efrîn û şehbayê bi rengekî vekirî yekser êrîş dike. Bi vê yekê ve dixwaze pêşveçûna rêveberiya xweseriya demokratîk û Federasyona Sûriyeya Demokratîk ên li ser bingeha wekheviya gelan ava bûne, asteng bike. Dewleta Tirk beriya niha jî hewl dabû axa Sûriyeyê û Rojava dagir bike. Lê berê xwest bi destê hin çeteyan û DAIŞ'ê vê bike. Niha bi rengekî vekirî vê dagirkeriyê dike."

'PIŞTÎ KU DAIŞ TÊK ÇÛ, BI XWE KET DEWRÊ'

Habîb got, weke gelên Sûriyeyê ew dewleta Tirk baş nas dikin û anî ziman, ji destpêka Şoreşa Sûriyeyê û vir ve dwleta Tirk hewl dide bi rêya hin hêz û çeteyan li ser Sûriyeyê bi bandor be. Habîb destnîşan kir, dewleta Tirk hêza bingehîn e ku Soreşa Sûriyeyê veguherandiye hilweşîn û kaoseke mezin û ev nirxandin kir: "Bi çeteyên DAIŞ'ê re xwest li Sûriyeyê bibe xwedî mafê gotinê û Şoreşa Rojava tesfiye bike. Bi vê armancê ji her alî ve destek da çeteyên DAIŞ'ê û li Sûriyeyê da şerkirin. Piştî ku DAIŞ li pêşberî hêzên QSD'ê yên gelên Sûriyeyê têk çû, vê carê dewleta Tirk bi xwe yekser da nava Sûriyeyê. Îro radibin dibêjin 'ji bo parastina axa me, ev êrîş tên kirin'. Halbûkî ji Sûriye û Rojava ti êrîş li dijî axa Tirkiyeyê nehatiye kirin. Beevajî; dewleta Tirk û çeteyên wê timî êrîşî axa me dikin."

'LI DIJÎ JIYANA BI HEV RE YA GELAN E'

Hîkmed Habîb da xuyakirin, ku dagirkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ'ê ve, planek li dijî Rojava û Sûriyeyê ye, ku dewleta Tirk jî di nav de cih digire û got, "Bi vî rengî wê çete ji vê derê bi hêsanî derbasî Sûriyeyê bibûna û êrîşî Rojava bikira. Di encamê de wê Sûriye qels bibûya û ji bo tesfiyekirina Şoreşa Rojava êrîşên mezintir bihatina kirin. Tirkiye çima di asteke bi vî rengî de dijminatiyê li Şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê dike? Ji ber ku li dijî jiyana hevpar û azad a Kurdan û gelan e.

Em dixwazin li Sûriyeyê bi vîna gelan Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ava bikin û jiyaneke azad û wekhev a gelên Sûriyeyê bafirînin. Di vî warî de me gavên girîng avêtin. Lê belê Tirkiye naxwaze ev sîstem pêk were û aramî li Sûriyeyê serdest be. Sedemeke din a van êrîşan jî ev e. Ji ber ku bi ser ketina vê projeyê, wê were wateya têkçûna xewn û xeylaên Osmanî û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê."

'BI KOMKUJIYÊ DIXWAZE VÎNÊ BIŞIKÎNE'

Li gorî Habîb, dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên li Şehba û Efrînê re dixwaze vîna jiyana hevpar a gelan bişikîne û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk di salên 2015-2016'an de, li pêşberî daxwaza xwerêveberiyê ya gelê li Bakurê Kurdistanê, bi tank û topan komkujî kir. Sivîl kuşt. Îro jî  komkujiyên li Bakurê Kurdistanê kir, hewl dide li ser axa Bakurê Sûriyeyê û Rojava pêk bîne. Dixwaze vîna jiyana hevpar a gelan bişikîne.

Ji ber ku li Rojhilata Navîn polîtîkayeke ku ji bo berjewendiyên xwe mezheb û gelan li ber hev radike, dimeşîne. Feraseta xwe li ser vê bingehê ye. Mînak; di serî de Kurd û Ereb, dixwaze hemû gelên li Sûriyeyê li dijî hev bide şerkirin. Her wiha bi kûrkirina nakokiya Sûnî û Şîa re dixwaze berjewendiyên xwe yên hegemon pêk bîne. Erdogan gelek caran mîna emîrekî Sûnî, mîna emîrekî DAIŞ'ê tevgeriya, tevdigere. Lê belê projeyên me yên li ser bingeha neteweya demokratîk çiqasî bi ser dikevin, ev polîtîkaya wan jî pûç dibe. Lewma bi rengekî vekirî êrîşê dike, komkujiyan dike û dixwaze vînê bişikîne."

'DEWLETA TIRK WÊ BI SER NEKEVE'

Habîb diyar kir, dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe yên mezhebî û nîjadperestî wê nema karibe fitneyê bixe navbera gelên li Bakurê Sûriyeyê, nikaribe vînê bişiîne û got, "Bi Şoreşa Rojava me hev baştir nas kirin. Me li ser bingeha azadî, hevparî û wekhkeviyê sîstemek, jiyanek ava kirin Û em hewl didin vê bi pêş ve bibin. Li ser vê bingehê em ê li dijî êrîşên siyasî, leşkerî yên Erdogan û dewleta Tirk li ber xwe bidin. Weke gelên Sûriyeyê, me tevî hêzên QSD'ê li dijî DAIŞ'ê şer kir û em şer dikin."

'EM BEXWEDANÊ GEŞ BIKIN'

Habîb di dawiya axaftina xwe de bang li gelên Bakurê Sûriyeyê bi taybetî gelê Ereb kir û got, "Divê ciwanên me hê bêhtir tevlî nava QSD, Artêşa Hêzên Şoreşger û siyaseta demokratîk bibin. Li dijî dewleta Tirk a qetlîamker ku hewl dide nakokiyê bixe navbera gelên me û şer derxîne, divê bi xurtî li ber xwe bidin. Em qebûl nakin, ku ti hêz û dewlet axa me dagir bikin.

Weke mirovekî ji gelê Ereb ê Sûriyeyî dixwazim vê bêjim. Bi taybetî bang li gelê Ereb dikim: Em ê bêdeng nemînin ku bi planên li Stenbol û Riyadê tên amadekirin re axa me bê dagirkirin û gelên me werin kuştin. Em ê hem xwe di asta herî bilind de biparêzin, hem jî sîstema xwe ya demokratîk ava bikin. Weke gelên Sûriyeyê em dixwazin jiyaneke ji hezkirin û hrumetê ya bi hev re û azad ava bikin. Em dixwazin Sûriyeya Azad û Demokratîk bafirînin."