Gel ber bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve diherike
Li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Kişanak û Anli û dagirkirina li avahiya şaredariyê ya ji hêla polîsên Tirk, gel û hilbijartiyan berê xwe dan vir.
Li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Kişanak û Anli û dagirkirina li avahiya şaredariyê ya ji hêla polîsên Tirk, gel û hilbijartiyan berê xwe dan vir.
Piştî Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli ji hêla polîsên Tirk hatin binçavkirin, dorpêça li ser şaredariyê didome, gel û hilbijartî jî berê xwe didin avahiyê. Hevseroka Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, parlamenterên HDP’ê, xebatkarên şaredariyê û gelek welatî li ber avahiya şaredariyê kom bûne. Her deqe mezinahiya girseyê hê mezintir dibe, dirûşmeyên “Zext nikarin me bêzar bikin”, çepik û tilîlî deng vedidin. Şaredariya Bajarê Mezin jî ji tevahî xebatkarên xwe re SMS şand û banga xwedîderketina şaredariyê kir.
TI KESÎ NAXIN HUNDIR
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Zulkuf Karatekîn xwest bikeve avahiya şaredariyê lê ji hêla polîsan hat astengkirin. Polîsan gotin wê ji bilî parêzerên fermî yên şaredariyê ti kesî nexin hundir.
LÊGERÎNÊN LI MALÊN KIŞANAK Û ANLI BI DAWÎ BÛN
Her wiha lêgerînên li malên Gultan Kişanak û Firat Anli bi dawî bûn. Ji parêzerên şaredariyê Cîhan Aydin têkîldarî mijarê got; “Lêgerîn qediya, niha girtekê dinivîsin. Di hinceta binçavkirinê de ti agahiyên şênber nîn in.”
‘GELÊ ME WÊ BINÇAVKIRINAN QEBÛL NEKE’
Navenda Giştî ya HDP’ê di parvekirinên hesabê xwe ya Twîtterê yê fermî de li dijî binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bertek nîşan da û got: “Em binçavkirina Hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Firat Anli û Gultan Kişanak şermezar dikin. Divê demildest bên berdan. Wê gelê me vê rewşê qebûl neke û mafê xwe yî demokratîk bi kar bîne.”
‘ÊDÎ KÊR GIHIŞT HESTÎ, DIVÊ HER KES DAKEVE QADAN’
Cigirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Nadîr Yildirim ê ku beşdarî Stêrk TV’yê bû û li ser navê partiya xwe bang kir got “Êdî kêr gihiştiye hestî” û got divê di serî de siyasetmedarên Kurd û rêveberên saziyan û gel dakevin kolanan û bertekên xwe nîşan bidn. Her wiha Yildirim destnîşan kir ku, ew ê sibehê saet di 11.00’an de li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê tevî gel bertekên xwe bînin ziman.
TÛNCEL: EM Ê LI BER XWE BIDIN Û BI SER KEVIN
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyanî da, diyar kir ku wê wek KCD, KJA, DBP û HDP’ê li qadan bin û got; “Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin.” Tûncel bang li gelê Amedê kir ku sibehê saet 11.00’an li ber avahiya şaredariyê bin.