Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, li ser binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku girtina Haveşdarên Amedê xeleka dawî ya polîtîkaya desthilatdariya AKP'ê ya dijminatiya li Kurdan e. Di daxuyaniya KCK'ê de hat gotin, "Ev yek nîşaneya xweranegirtina li hebûn, deng û vîna Kurdan e. Desthilatdariya AKP'ê ku li her cihî êrîşî Kurdan dike, bi binçavkirina Hevşaredarên Amedê re, ku weke paytexta Kurdistanê ye, ji gelê Kurd re gotiye 'ez vîna te nas nakim; ez ti tiştê te qebûl nakim; ji bo te ji nav bibim, ez ê serî li her rê û rêbazê bidim'. Êdî ji bo Kurdan wateya ti gotinê nema ye. Gelê Kurd wê li dijî van êrîşên AKP'ê bi dil û can li ber xwe bide. Ji bilî berxwedanê, nepêkan e Kurd hebûna xwe bidomîne."
'DIVÊ GELÊ ME LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN DIJMINATIYÊ LI KURDAN DIKE, TÊBIKOŞE'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hevşaredarên li Kurdistanê ji ber ku Kurd in, ji ber ku hesreta gelê Kurd a ji bo jiyana azad û demokratîk diparêzin, ji ber ku li ber polîtîkayên qirkirin mêtîngeriyê yên AKP'ê radibin, hatine girtin." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Ev êrîş ne li dijî nêrîn an jî tevgereke siyasî ya Kurdan hatiye kirin. Êrîş li dijî tevahiya Kurdan hatiye kirin. Yên ku vê êrîşê weke êrîşa li dijî hebûna gelê Kurd û jiyana demokratîk û azad nabînin, ya serê xwe xistine binê erdê, ya noker in, ya jî di nava xiyanetê de ne. Ji xwe hin kes hewl didin van êrîşan ne li dijî Kurdan, li dijî PKK û HDP'ê nîşan bidin û bi vî rengî rewa û asayî bikin. Ev kes, ya bi dijminatiya li Apo û PKK'ê dil û mejiyê xwe reş û tarî kirine, ya jî ew kesên di dîroka Kurdan de li asta herî bilind a xayintiyê ne.
Niha wezîfeya destpêkê ya hin xayinên Kurd bûye pêşîgirtina li nerazîbûna li desthilatdariya mêtînger qirkirinê ya AKP'ê. Kar û barê wan ew e ku ji dijminatiya AKP'ê ya li Kurdan, hincetan bibînin. Girîng e gelê me guh nede gotinên van kes û hêzan û li dijî polîtîkayên AKP'ê yên dijminatiyê li Kurdan dikin, têbikoşe. Lazim e li dijî êrîşên AKP'ê yên li ser hebûna gelê Kurd, benda berxwedanê ava bike. Têkoşîna li dijî desthilatdariya AKP'ê bûye têkoşîna man û nemanê ya Kurdan. Nedîtina vê rastiyê û tênekoşîn, ji bo Kurdan wê bibe xefleteke dîrokî. Ji ber vê yekê, li hemberî êrîşên desthilatdariya AKP'ê yên li dijî hevşaredaran, ku vîna herêmî ya gelê Kurd e û li dijî qeyûmên hatine erkdarkirin, divê têkoşîn were xurtkirin û herdemîkirin. Ev têkoşîn, têkoşîna herî mafdar û rewa ya gelê Kurd e."
'DIVÊ GELÊ AMED BERXWEDÊRIYA XWE NÎŞANÎ MÊTÎNGERIYÊ BIDE'
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bi vî rengî dewam kir:
"Amed her tim bûye rûmeta gelê Kurd. Gelê Amedê ti carî êrîşa li dijî gelê Kurd, li dijî vîn û rûmeta vî gelî qebûl nekiriye. Êrîşa li dijî xwe ne tenê weke êrîşa li dijî Bakurê Kurdistanê, weke ya li dijî tevahiya gelê Kurdistanê dîtiye. Di şexsê xwe de li ber her şêwe êrîşên li dijî gelê Kurd rabûye û bi berxwedana dîrokî bersiv daye. Di sala 1975'an de li dijî sefera Başbûg Turkeş ê MHP'yî ku dixwest Amedê fetih bike, Amed rabû ser piyan û nîşanî dost û dijminan da ku ew bajarekî Kurdan e. Li zîndana bi hejmara 5'an a Amedê, di şexsê girtiyan de xwestin vîna gelê Kurd bişikînin. Li dijî vê yekê, bi hêza ji ruhê berxwedêr ê Amedê wergirtî, berxwedana zîndanê ya dîrokî hat nîşandan. Di sala 1992'an de dema Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin hat qetilkirin, gelê Amedê ji bo xwedî li vê abîdeya îsyanê derkeve, tevî ku zanîbû wê berdêlên giran bide, rabû ser piyan. Di Adara 2006'an de dema 14 ewladên wê li sînorê Mûş-Amedê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, jin, zarok, mêr, extiyar, ciwan tevahiya gelê Amedê rabû ser piyan û careke din nîşan da ku ew nûnerê vîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd e. Dema ku desthilatdariya AKP'ê ji bo şikandina vîna gelê Kurd, di bin navê 'ez ê li tax, kolan û li her cihî sîstema cemaweriyê bidim rûniştandin' li dijî gelê Kurd biryara şer girt û di salvegera peymana Lozanê de dest bi êrîşa topyekûn kir, gelê Sûrê ku ruhê Amedê ye got, 'ez ê tax û kolanên xwe bi rê ve bibim' û li dijî êrîşên giran fermandarê efsanewî yê Sûrê Çiyarger ê bi gotina 'berxwedana me jî, şehadeta me jî wê bêhempa be' sekna bi rûmet a Şêx Seîd li sêdarê nîşanî tevahiya cîhanê da û sembola jina azad a Amedê Axîn li Sûrên Amedê neqişandin ku vîna gelê Amedê nikare were şikandin.
Êrîşa desthilatdariya AKP'ê ya li dijî Hevşaredarên Amedê, êrîşa li dijî vî ruhê dîrokî û vîna Amedê ye. Divê gelê Amedê, weke sembola vîna jiyana demokratîk û azad a tevahiya gelê Kurd rabe ser piyan, mîna her carê bibe pêşeng ji rabûna gelê Kurd re û bi rola xwe ya dîrokî rabe. Desthilatdariya AKP'ê dixwaze bi vê êrîşê re ruhê demokrat welatparêz ê Amedê bişikîne û li ser vê bignehê vîna tevahiya gelê Kurd bieciqîne. Di serî de jin û ciwanên Amedê yên dildarên azadiyê, lazim e tevahiya gelê Amedê li dijî vê êrîşa ji bo şikandina vînê, li kolan û taxan dakevin kolanan û careke din karakterê berxwedêrî û vîna Kurdîtiyê ya Amedê ku nayê şikandin, nîşanî mêtîngerî qirkirinê bidin.
Girîng e tevahiya gelê Kurd, dost û hêzên demokrasiyê; gelê me yê li parçeyên din ên Kurdistanê êrîşa li dijî Amedê weke êrîşa li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê bibînin, li her cihî rabin ser piyan û piştgiriyê bidin gelê Amedê."