Hakanê biçûk ê ku duh polîsan li Cizîrê qetil kiribûn hat veşartin
Cenazeyê Hakan Sarak ê ku duh li Cizîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.
Cenazeyê Hakan Sarak ê ku duh li Cizîrê ji aliyê polîsên Tirk ve hat qetilkirin, di bin dorpêça polîsan de hat veşartin.
Cenazeyê Hakan Sarak ê 5 salî ku duh li Taxa Nûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê ji ber wesayîtê zirxî ya polîsan ew eciqand jiyana xwe ji dest dabû hat definkirin. Piştî otopsiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Gazî Yaşargîl a Amedê, malbatê cenazeyê zarokê xwe anîn Cizîrê.
Malbat û xizmên Hakanê biçûk, ji bo definkirinê cenaze anîn Goristana Asrî ya li Taxa Dagkapiyê.
Veşartina cenazeyê Hakan, di bin dorpêça polîs û wesayîtên zirxî de pêk hat.
Dema cenazeyê biçûk ê Hakan dihate definkirin, biyarê wî Ûmût Sarak ê 8 salî bi xemginiyek mezin rondik barandin. Zarokê biçûk hewl da veşartina birayê xwe asteng bike, lê ji hêla malbatê bi zorê hat sekinandin.
Piştî veşartinê, malbat û xizmên Hakan dua xwendin û ji goristanê veqetiyan.