Dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet ji Cerablûsê dişîne Mare

Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Şehbayê bi ser neketin, dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet ji Cerablûsê dişîne Mare.

Dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûrî û DAIŞ'ê, ku bi dewleta Tirk ve girêdayî ne, bênavber êrîşî hêzên azadîparêz ên gelan ên li herêma Şehbayê dikin.

Hêzên Şoreşger, ku ji aliyê hêzên azadîparêz ên gelan li herêma Şehbayê hatine avakirin, çend roj berê, berê xwe dan cihên li herêma Şehba yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatine dagirkirin.

Di encama operasyonên serketî yên Hêzên Şoreşger de, Bendava Şehbayê, gundên El Hesiya, Hscak, Simûqa, Qol Sirûc, El erdiye, gundikên El Xûl, Hesîniniyê û stasyoneke bazê yên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatibûn dagirkirin, hatin rizgarkirin.

Dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona Sûriyeyê, ji bo çeteyên DAIŞ'ê ji Hêzên Şoreşger biparêzin, çend roj berê bi hemwextî êrîşî gundên Qestel Cîndo, Merenaz ên Efrînê û gundê Um Hoş ê Şehbayê kirin.

Di navbera Hêzên Şoreşger û çeteyên koalîsyona Sûrî/DAIŞ'ê de şerekî dijwar qewimî. Artêşa Tirk a dagirker jî tevî çeteyên xwe yên koalîsyona Sûrî obus, hawan, fuzeyên gradê avêtin çeperên Hêzên Şoreşger û ji hewayê jî bi balafirên şer bomberdûman kirin.

DEWLETA TIRK YEKÎNEYÊN XWE YÊN TAYBET JI CERABLÛSÊ DERBASÎ MARE DIKE

Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêma Şehba li dijî Hêzên Şoreşger tên lidarxistin, bi giranî li cihên mîna Şêx Îsa û Til Rifatê pêk tên. Çavkaniyeke taybet ji herêmê ragihand, ku dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet û leşkerên xwe ji Cerablûsê derbasî xeta Mare dike.

Çavkaniyên Hêzên Şoreşger ên Şehbayê jî piştrast kirin, ku dewleta Tirk yekîneyên xwe yên taybet û leşkerî ji Cerablûsê derbasî Mare kiriye û dan zanîn, ku ev sewqiyata leşkerî ya ber bi herêmê ve, dewam dike.

GUNDÊ TIL MIDÎQ JI DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ HAT PAQIJKIRIN

Tevî êrîşên dewleta Tirk ên ji hewa û erdê ve, her wiha tevî êrîşên çeteyên koalîsyona Sûrî jî, Hêzên Şoreşger nikarin bên rawestandin.

Hêzên Şoreşger gundê Til Midîq ê li başûrojhilatê Bendava Şehbayê ye, ji dewleta Tirk û çeteyên wê paqij kirin.

Li gorî agahiyan li dora Bendava Şehbayê di navbera Hêzên Şoreşger û dewleta Tirk û çeteyên wê de şerekî dijwar diqewime. Tê gotin, di şer de gelek çete hatine kuştin. Hêzên Şoreşger li herêmê her bi pêş ve diçin.

Tê zanîn, di şerê li vê herêmê de dewleta Tirk û çeteyên wê duh bi şev çeka kîmyewî bi kar anî bûn.

Wekî din serçeteyê bi navê Ebû Cennat ku berpiryarê giştî yê çeteyên El Şamiyê bû, li herêma dora gundê Til Midîqê ji aliyê şervanên Hêzên Şoreşger ve hatibû kuştin û 7 wesayîtên çeteyan hatibûn rûxandin.