KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Mirovên ji çeteyên DAIŞ'ê reviyan li ser sînorê Kerkûkê ne
Ji 21'ê Cotmehê û vir ve êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî navenda bajarê Kerkûkê dewam dikin. Bi sedan kesên ji ber êrîşên çeteyan ji gund û nahiyeyên Kerkûkê direvin, xwe gihandin sînorê navenda Kerkûkê. -
Artêşa Tirk êrîşî Tirbespiyê kir
Artêşa Tirk gule berda gundên Eyndiwêr û Kel Hesenikê yên bajarê Tirbespiyê ku li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê ye. -
Gerîlayê HPG'ê Alkan girseyî hate definkirin
Gerlayê HPG'ê Şervan Alkan (Şervan Ararat) ê ku di 20'ê Cotmehê de jiyana xwe ji dest dabû li Bazidê bi girseyî hate definkirin. -
Li Kerkûkê 6 çeteyên ku xwestin birevin hatin kuştin
Li Kerkûkê 6 çeteyên DAIŞ’ê yên ku êrîş kirin xwestin birevin hatin kuştin. -
Gerîlayê HPG’ê Seyfettîn Oynak hate definkirin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Seyfettîn Oynak (Amed Çekdar) ê ku di encama şerkî li Sertê de jiyana xwe ji dest dabû, li gel dorpêça polîsan jî li Amedê hate definkirin. -
Cerdevanên Doskiyê çek danîn
Gelek cerdevanên li herêma Doskî ya girêdayî Geverê çek danîn. -
Berxwedêrên Şehbayê hatin oxirkirin
Li herêma Şehbayê 22 şervanên El-Ekrad û şervanên Eniya Hêzên Parastina Jin a Şehbayê ku jiyana xwe ji dest dabûn, bi merasîmekê hatin definkirin. -
Ceyş El Siwar: Em rê nadin dagirkeriya Tirkiyeyê
Ceyş El-Siwar diyar kirin ku wê şêniyên herêma Şehbayê bi hemû hêza xwe biparêzin û destûr nedin ku Tirkiyê xaka wan dagir bike. -
Êrîşên artêşa Tirk dewam dikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, ragihand ku êrîş û operasyonên artêşa Tirk dewam dikin. -
Kedkara çapemeniyê ya YPJ'ê jiyana xwe ji dest da
Fermandariya Giştî ya YPJ'ê nasnameya xebatkareke xwe ya Navenda Çapemeniya YPJ'ê eşkere kir, ku dema li herêma Şehbayê nûçe dişopand di topbarana artêşa Tirk a dagirker de jiyana xwe ji dest da. -
'Şehîdên me yên Dersîmê abîdeyên me yên lehengiyê ne'
Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir, ku ew ê bîranîna 14 gerîlayên li Dersîmê di şer de şehîd bûn, bi pêkanîna serketinê bidin jiyîn. -
Nasnameyên 14 gerîlayên HPG/YJA Starê hatin eşkerekirin
Nasnameyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li Dersîmê roja 16'ê Cotmehê jiyana xwe ji dest dan, hatin eşkerekirin. -
Li Çewlik, Mûş û Dersîmê gelek kes hatin binçavkirin
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi destê AKP/Qesrê li dijî Kurdan û hêzên demokratîk tên meşandin, dewam dikin. Li Çewlik, Mûş û Dersîmê 16 kes hatin binçavkirin. -
Fermandara herêma Zagrosê: Devrîm Amed
Zagrosan bi hezaran salan şahidî ji şerên dijwar re kiriye. Tevî vê yekê her tim deriyên xwe li têkoşerên jib o welatê xwe canê xwe feda dikin, vekiriye. -
Bajarê ku li benda azadbûnê ye; El Bab – II
El Bab piştî dagirkeriya Fransayê bû navendeke giring a bicihbûna gelên Sûriyê. Bab ku rawestgehek li ser rêya Behra Spî, di heman demê de cihekî girîng ê bazirganiyê ye. -
Li taxa 1'ê Hezîranê ya Kerkûkê şer ji nû ve dest pê kir
Piştî taxa Heynîda, çeteyên DAIŞ'ê êrîşî taxa 1'ê Hezîranê ya li navenda Kerkûkê kirin. Şer li vê taxê jî dest pê kir. -
Şerê li Kerkûkê ji nû ve dest pê kir
Li taxa Heynîda û cihekî nêzî Walîtiya Kerkûkê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û hêzên Kurdan de şer diqewime. -
Parêzer Kûzû: Îşkence û zext derketine asta herî bilind
Parêzer Kûzû bal kişand ser zext îşkenceya bi Rewşa Awarte re li Merdînê tê kirin û got, "Binçavkirin, îşkenceya li girtîgehan û zexta li parêzeran a li dadgehan, derketine asta herî bilind." -
Li sûka Hesekê teqînekê rû da
Li cihekî nêzî sûka gelêrî ya li taxa Mişêrfê ya Hesekê, teqînekê rû da. Ji ber teqînê 2 kes bi sivikî birîndar bûn. -
Mihemed Ebdullah: Êrîş parçeyek ji plana navneteweyî ye
Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah diyar kir, li pişt êrîşa DAIŞ'ê ya li dijî Kerkûkê plana hêzên navneteweyî heye û got, "Ji bo şikandina vê êrîşê divê aliyên siyasî bi hev re tevbigerin." -
KNK'ê hêzên Kurd ên bi hev re Kerkûkê diparêzin, silav kir
Konseya Rêveber a KNK'ê êrîşa çeteyên DAIŞ'ê û hevkarên wê ya li dijî Kerkûkê şermezar kir û hêzên gerîla, pêşmerge û asayîşê yên li Kerkûkê bi hev re bajêr diparêzin, silav kir. -
Dîmenê çalakiya sabotajê ya li gundê Sûltan Şêxmûs
Gerîla TV dîmenê çalakiya sabotajê ya li gundê Sûltan Şêxmûs ê Mêrdînê weşand, ku di 14'ê Cotmehê de li dijî wesayîteke zirxî ya bi tîpa Kobra hatibû lidarxistin. -
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Tagû hat veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Yelîz Tagû li Êlihê bi merasîmeke girseyî hat veşartin. -
Gabrîel: Êrîşên Tirkan wê nikaribin meşa me ya azadiyê bisekinînin
Ji Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Gabrîel da xuyakirin, ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe yên vê dawiyê re, piştgiriya xwe ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê careke din nîşan daye û got, dewleta Tirk wê nikaribe pêşî li meşa me ya azadiyê bigire. -
Li Dara Hênê çalakiya li dijî emniyetê, lojmanên polîsan û avahiya qeymeqamtiyê
Li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê, li dijî avahiya qeymeqamtiyê, midûriyeta emniyetê û lojmanên polîsan çalakiyek hat lidarxistin. Tê gotin, ji ber çalakiyê gelek polîs mirin e û birîndar bûne.