BI DÎMEN

Mirovên ji çeteyên DAIŞ'ê reviyan li ser sînorê Kerkûkê ne

Ji 21'ê Cotmehê û vir ve êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî navenda bajarê Kerkûkê dewam dikin. Bi sedan kesên ji ber êrîşên çeteyan ji gund û nahiyeyên Kerkûkê direvin, xwe gihandin sînorê navenda Kerkûkê.

Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê, ku di şeva 21'ê Cotmehê saet di 03:00 de dest pê kirin, li navenda Kerkûkê, navçe, gund û nahiyeyên wê, car carna şer diqewime. Ji gundên ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, pêleke nû ya koçberiyê ber bi Kerkûkê ve rû da.

Ji gundên li bakurrojavayê Kerkûkê, ku ji aliyê çeteyan ve hatine dagirkirin, ji 23'ê Cotmehê ve mirov ketin ser rê û xwe gihandin ser sînorê navenda bajêr. Tê gotin, di nava van bi sedan koçberî de gelek jin û zarok hene.

...