Artêşa Tirk êrîşî Tirbespiyê kir

Artêşa Tirk gule berda gundên Eyndiwêr û Kel Hesenikê yên bajarê Tirbespiyê ku li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê ye.

Artêşa Tirk gule berda çeperên YPG'ê yên gundên Eyndiwêr û Kel Hesenikê yên bajarê Tirbespiyê ku li ser sînorê Bakur-Rojavayê Kurdistanê ye. Şervanên YPG'ê jî bersiv dan vê êrîşî.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk gelek leşker, tank û panzer şandiye herêma sînor a li pêşberî gundên Eyndiwêr û Kel Kesenikê.

Li ser bîlançoya êrîşê agahiyeke zelal bi dest neket. Liv û tevgera leşkerên Tirk a li ser sînor dewam dike.