Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata hate binçavkirin
Polîsên Tirk ên êrîşî çalakiya li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, komek binçav kirin ku di nav de Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî heye.
Polîsên Tirk ên êrîşî çalakiya li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin, komek binçav kirin ku di nav de Berdevka Demî ya KJA'yê Ayla Akat Ata jî heye.
Polîsên dewleta Tirk bi ava şid, ço û mertalan êrîşî girseya gel a li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dikin. Polîsan êrîşî mirovên li ser rêya Kolana Alî Emîrî û Deriyê Çiyê li hev civiyan, kirin.
Di dema êrîşê de polîsên Tirk komek binçav kirin, ku di nava vê komê de Berdevka Demî ya Kongreya Jinên Azad (KJA) Ayla Akat Ata jî heye.