Amedî di berxwedanê de bi biryar in: Çalakiya rûniştinê ya bêdem dest pê kir

Berxwedana gel a li pêşiya avahiya Şaredariya Mezin a Amedê dewam dike. Gel ê ku li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dide, dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kir.

Berxwedana gel a li pêşiya avahiya Şaredariya Mezin a Amedê dewam dike. Gel ê ku li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dide, dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kir. Hat ragihandin ku parêzerên Kişanak û Anli wê nikaribin 5 rojan bi miwekîlên xwe re hevdîtinê bikin.

Bertekên li dijî binçavkirina Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gulten Kişanak û Firat Anli her ku diçe mezin dibe. Gel ji duh şev ve bi biryardariyekî mezin li pêşiya avahiya Şaredariyê ye, niha jî dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem kirin. Bi sedan kes tevî êrîşên polîsan jî dest bi çalakiya rûniştê ya bêdem kirin.

HEVDÎTIN HETA 5 ROJAN HATE QEDEXEKIRIN

Li aliyê din hat ragihandin ku Gulten Kişanak û Firat Anli yên ku li Midûriyeta Emniyeta bajêr tên ragirtin wê nikaribin 5 rojan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin. Biryar ji aliyê Dozgerê Komarê yê Amedê ve hatiye girtin.