‘Ev darbe ye; bila gelê me rabe ser piyan’
Hevseroka DBP’ê Tûncel binçavkirina Kişanak û Anli weke darbeyekê bi nav kir û got, “Divê gelê me li dijî vê darbeyê rabe ser piyan. Em bang li her kesî dikin ku li ber şaredariyê li ber xwe bidin.”
Hevseroka DBP’ê Tûncel binçavkirina Kişanak û Anli weke darbeyekê bi nav kir û got, “Divê gelê me li dijî vê darbeyê rabe ser piyan. Em bang li her kesî dikin ku li ber şaredariyê li ber xwe bidin.”
Piştî ku Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli hatin binçavkirin, hêzên dewleta Tirk dor li avahiya şaredariyê girtin û li avahiyê lêgerîn kirin. Gelê Amedê jî tevî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel û Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp hat ber avahiya şaredariyê. Tûncel li vir axivî û diyar kir, avêtina ser avahiya şaredariyê darbe ye û ji gelê Amedê û tevahiya gelê Kurdistanê xwest, li ber xwe bide.
‘ÊRÎŞÊN AKP’Ê YÊN LI DIJÎ GELÊ KURD BI BERFIREHÎ DEWAM DIKIN‘
Tûncel da xuyakirin, ku AKP demeke dirêj e li dijî destketiyên gelê Kurd dest bi êrîşeke mezin kiriye û anî ziman, ev êrîş bi berfirehî dewam dikin.
Tûncel da zanîn, operasyonên qirkirina siyasî bi binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê dewam kiriye û diyar kir, hêzên dewletê dor li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin girtine, avêtine ser avahiyê û bi rengekî ne hiqûqî lêgerîn lê kirine.
‘EM LI AVAHIYA ŞAREDARIYÊ NE, EM LI BENDA GELÊ XWE NE’
Tûncel destnîşan kir, ku ew ê bêhiqûqiyê qebûl nekin, wê kes vê qebûl neke û got, „Divê gel bi xurtî li ber van êrîşan rabe. Em bang li gelê Amedê dikin ku bê ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin. Ji sibe danê sibehê û pê ve, lazim e gelê Amedê biherike vê derê. Em ê bi parlamenter û hevşaredarên xwe re li vir bin. Em li bendê ne gelê me jî were vê derê.“
‘MANÎDAR E KU ROJA AGAHÎ DA KOMÎSYONA DARBEYÊ HAT BINÇAVKIRIN’
Tûncel ragihand, ku divê ew ne tenê daxuyaniyan bidin û wiha dewam kir: „Binçavkirina hevaleke me ya weke Gultan Kişanak ku li dijî faşîzma 12’ê Îlonê li zîndana Amedê li ber xwe da, serî netewand, bûyereke gelekî mezin e. Manîdar e ku roja agahî da komîsyona darbeyê hat binçavkirin.“
‘EM Ê HETA DAWIYÊ LI DIJÎ VÊ ZÎHNIYETÊ LI BER XWE BIDIN’
Tûncel destnîşan kir ku ew ê heta dawiyê li dijî zîhniyeta darbekar a AKP’ê li ber xwe bidin û bang li gel û hêzên demokratîk kir ku li ber xwe bide.
YÎGÎTALP: LAZIM E GELÊ KURD XWEDÎ LI SIBEROJA XWE DERKEVE
Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp jî da xuyakirin, ku AKP hewl dide dest deyne ser siberoja gelê Kurd û bang li gelê Kurd kir ji bo xwedî li siberoja xwe derkeve. Yîgîtalp got, „Divê her kes xwedî li vîna xwe derkeve. Eger em xwedî li vîna xwe dernekevin, ev desthilatdarî wê dest deyne ser her tiştên me. Hêza me heye ku em li ber talan û faşîzmê rabin û em ê li ber rabin.“
Yîgîtalp bang li Kurdan kir, ku rabin ser piyan û li dijî vê zexta rûmet şikandinê û faşîzmê têbikoşin. Parlamenter Yîgîtalp destnîşa kir ku divê her kes cihê xwe di nava vê têkoşîna bi rûmet de bigire.