Navenda Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkîldarî êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî dewleta Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Di çarçoveya van êrîşan de arteşa Tirk 24’ê Cotmehê saet 21.00’an de li nêzî Amûde hemwelatiyên me yên sivîl gulebaran kir. Di encama gulebarana arteşa Tirk de fîşekek li dilê hemwelatiyekî me yê sivîl ket û di encam de jiyana xwe ji dest da.
Arteşa Tirk 25’ê Cotmehê saet 07.30’an jî li gundê Keşto yê giredayî Serêkaniyê şivanek hedef girt û ew gulebaran kir. Di encama gulebaranê de ev şivan birîndar bû.
24’ê Cotmehê saet 18.00-19.00’an çeteyên giredayî Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê ji milê Bostan Paşa bi topên hewanan êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê kirin. Qasî hat zelalkirin di encama van êrîşan de 4 hemwelatî birîndar bûn.”