Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a ser Başûrê Kurdistanê mezin dibe

Bertekên li dijî dagirkerîiya dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê her ku diçe mezin dibe. Rêxistin û patiyan daxuyaniyek hevpar dan û ev bang kirin: “Divê Gelê Kurd li dijî dagirkeriya dewletaTirk a xaka Başûrê Kurdistanê bertek nîşan bidin.”

Li dijî hebûna leşkerên Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê, çalakiyên ku di pêşengtiya Tevgera Civaka Azad a Kurdistanê (Tevgera Azadî) mezin û belav dibin.

Hebûna leşkerên Tirk ya li Başûrê Kurdistanê û bi operasyona Mûsilê re ketina rojevê, ji aliyê rêxistin û partiyên Başûr ve bi bertekên tund tê pêşwazîkirin.

Di çalakiya îro ya ku li bajarê Kelar a Herêma Germiyan hate lidarxistin de, li gel Tevgera Azadî, Yekîtiya Nîstîmanî Kurdistan (YNK), Tevgera Gûherîn a Kurdistanê (Goran), Hîzba Zehmetêşan, Tevgera Jina Azad a Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Ciwanên Azad a Kurdistanê (Komelên Ciwan) beşdar bûn,daxuyaniyek hevpar dan.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk li ser xaka Kurdistanê ji alîkarî dayîna Kurdan zêdetir li pey dagirkirina xaka Kurdan e, di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Dewleta Tirk dijminatiya Kurdan dike. Herî dawî heyîna wan a li Başîkayê, Başûrê Kurdistanê dagir bike û xeta Mûsil-Kerkûkê li ser xaka xwe bide zêdekirin. Ji ber yekê dewleta Tirk, dixwaze gerîla û pêşmerge li Şengal û Başîkayê bi hev re bidin şerkirin.”

 ‘DIVÊ GELÊ KURD TEWR DANE’

Di daxuyaniya hevpar de hete destnîşan kirin ku dewleta Tirk van êrîşan di çarçoveya konseptekê de dide meşandin û ev wiha hate ziman: “Êrîşê li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê bi heman mirazan dike. Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li Kerkûkê pîlanekî ya dewleta Tirk e. Li pişt van êrîşan dewleta Tirk heye. Li dijî vê divê gelê Kurd, hêzên navneteweyî, hikûmeta Başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê zextê bike, li dijî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê ya ji aliyê dewleta Tirk ve bertek nîşan bidin.”

...